Gundê Sihêl hate rizgarkirin

Şervanên QSD'ê gundê Sihêl ê Reqayê ji çeteyan paqij kirin. Cenazeyê çeteyekî ket destê şervanan.

Şervanên QSD'ê di çarçova operasyona rizgarkirina bajarê Reqa de him li nav bajêr û him jî li bejahiya bajar pêşveçûna xwe berdewam dikin.

Şervanan şevê din bi armanca rizgarkirina gundê Sihêl a li başur-rojavayê Reqayê dikeve ketin tevgerê. Dema şervanên QSD'ê ketin nava gund çeteyan gule li wan reşandin. Di encama vê de li gund şer derket. Şer heta ber destê sibehê dom kir. Vê sibehê gund piştî şerê giran bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin.

Li gundê ku 7 kîlometre dikeve başur-rojavayê Reqayê, şervanan dest bi xebata lêgerînê û paqijkirina bermahiyên çeteyan kirin. Heta niha cenazeyê çeteyekî tevî çekek kalaşnîkof ketiye destê şervanan.