Graham: Wiha biçe wê têkiliyên me bi temamî qût bibin

Senetorê DYE’yî Lîndsey Graham têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Til Temir û Kobanê hişyariya ‘Wiha dom bike wê têkiliyên me bi temamî qût bibin’ da.

Senetorê Komarparêz Lîndsey Graham ê li dijî biryara Donald Trûmp a rê da dagirkeriya Tirk a li ser bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabû, vê carê li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Til Temir û Kobanê hişyarî da.

Graham îşaret bi gotinên Serokkomarê tirk Erdogan a ‘Em dixwazin biçin Kobanê’ divê Tirkiye xwe ji tevgerên ku rê li ber nakokiyên zêde li Kobanê û Til Temirê rê veke dûr bixe.

Graham li ser hesabê Tewîtterê ev peyam da: “Eger ku êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmên Kurdan û Xiristiyanan ên li Til Temir û Kobanê bidomîne, hemû tiştên li pey têkiliyên Tirkiye û Kongreya DYE’yê wê qût bibin. Tirkiyeyê vedixwînim ku raweste û bikeve nava hewldanên têkiliyeke ku bi ser bikeve.”