Gelo El Nûsra bazariya Tirkiye-Rûsyayê ya li ser Îdlibê têk dibe?

Piştî êrîşên roja Pêncşemê yên koalîsyona çete ya El Nûsra yên li ser Baregeha Hewayî ya Hymemîmê, li ser bazariya Rûsya-dewleta Tirk a li ser Îdlib-Til Rifatê îdîayên girîng hatin kirin.

El Nûsra (Heyet Tehrîr El Şam) 2'ê Gulanê danê sibehê û êvarê bi fuzeyên grad û droneyên bombebarkirî êrîş bir ser Baregeha Hewayî ya Hymemîmê ya Rûsyayê ya li Lazkiyeyê. Li ser van êrîşan, balafirên şer ên Rûs ji sibehê ve bombe li gelek qadên Îdlibê barandin. Tevî ku balafirên Rûs bi giranî bombe li qadên El Nûsra barandin jî tê gotin, qadên ku koalîsyona çeteyên dewleta Tirk a bi navê 'Eniya Rizgariya Neteweyî' jî hatine bombekirin.

Koordînatorê alîkariya însanî ya herêmî ya Neteweyên Yekbûyî Panos Moumtzis ji Reutersê re axivî û diyar kir, bomberdûman a herî giran a 15 mehên dawî ye. Li gorî çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî, ji meha Sibatê ve ji bakurê Hama û başûrê Îdlibê derdora 140 hezar kes koçber bûne. Rejîma Sûriyeyê, "komên terorîst" ji şer û operasyonan berpirsyar dibîne.

Şer û operasyonên dawî rê li ber îdîayên nû vekirin, der barê lihevkirin û bazara 'herêma bê şer' a navbera Moskowa û Enqereyê.

Tê gotin, Rûsyayê ji ber êrîşa li ser Baregeha Hewayî ya Hymeymîmê nota daye dewleta Tirk û hişyar kiriye ku di berêla Til Rifatê de li gorî peymana Îdlibê tevbigere.

FERMANDARÊ REJÎMÊ: RÛSYA JI ÊRÎŞAN TIRKIYEYÊ BERPIRSYAR DIBÎNE

Fermandarekî Rejîma Sûriyeyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di vê mijarê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir, piştî êrîşa El Nûsrayê Rûsyayê nota daye Tirkiyeyê û got, "Rûsya dibêje, droneyên ku El Nûsrayê di êrîşê de bi kar anîn malê Swêdê ne û di ser Tirkiyeyê re gihîştine destê Nûsrayê."

BAZARIYA LI SER TIL RIFAT Û ÎDLIBÊ

Çavkaniyekî din ragihand, di hevdîtina 8'ê Nîsanê ya navbera Pûtîn û Erdogan de li hev hatiye kirin, di berdêla ku Til Rifat ji kontrola çeteyên dewleta Tirk re bê hiştin, Îdlib radestî rejîmê were kirin.

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, "Peymana navbera Rûsya û dewleta Tirk hîn xera nebûye. Rûsyayê bi bersiva xwe ya îro re hişyariyê dide dewleta Tirk ku li gorî peymanê tevbigere. Dewleta Tirk jî amadekariyê dike ku êrîşî Til Rifatê bike."

'NÛSRA Û TC LI HEV CIVIYAN, LÊ...'

Heman çavkanî bal kişand ser van xusûsan: "Li gorî vê peymanê dewleta Tİrk wê Nûsra îqna bike ku teslîm bibe û komên ser bi xwe ve jî bi temamî kontrol bike. Lê belê dewleta Tirk mîna her carê li gorî peymanê tevnegeriya.

Berî 2 rojan generalekî artêşa Tirk hat Dabik a ser bi Babê û bi rayedarekî Nûsrayê re rûnişt. Di vê hevdîtinê de Nûsrayê qebûl nekir ku Rûs bikevin Îdlibê û 2'ê Gulanê êrîş kir."

DEWRIYEYA HEVPAR 2 ROJ IN RAWESTIYA YE

Li gorî agahiyên me ji herêmê wergirtin, dewriya hevpar a Rûs-Tirk ku 2 meh in li Îdlibê pêk tê, 2 roj in rawestiya ye. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar 8'ê Adara 2019'an daxuyaniyek dabû û gotibû, "Îro wê li herêmên sînor ên li derveyî Îdlibê, li cihên ku ji çekan hatine paqijkirin wê dewriya Rûsya û TSK'ê dest pê bike."

Di vê navberê de êrîşa Nûsra ya bi top û fuzeyan a li dijî herêmên rejîmê yên li Hamayê û qada Rûsan Hymeymîmê didome. Balafirên Rûs jî bombeyan li Îdlibê dibarînin.

Tê gotin, 2'ê Nîsanê Nûsrayê bi fuzeyên grad û drone zêdeyî 100 bombe li aliyê Hymemîmê barandiye.

DEWRIYEYA LI TIL RIFATÊ RAWESTIYA

Li gorî çavkaniyên xwecihî, piştî çalakiyên 30'ê Nîsanê yên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li navçeya Şera ya Efrînê, dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk a li ser sînorê Til Rifatê hatiye rawestandin. Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 9 leşkerên Tirk hatibûn kuştin ku 2 ji wan payebilind bûn.

Hêzên Rûs 15 rojan li herêmên Şêx Îsa, Til Madik û Til Rifatê yên Şehbayê li dewriyê geriyan, leşkerên Tirk jî di heman demê de li Mare, Ezaz û Marenazê li dewriyê geriyan.