Gelên Rojava li refên berxwedanê ne

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her tim li ser piyan e, li ber xwe didin û têdikoşin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 5'ê Cotmehê û vir ve êrîşî çavkaniyên enerjiyê, saziyên xizmetê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji şêniyên herêmê yên ji ANF'ê re axivîn, diyar kirin ku wê dewleta Tirk nikaribe bigihêje armanca xwe û ew ê cih û warê xwe biparêzin.

'EM Ê HER TIM BER BI PÊŞ VE GAVÊ BIAVÊJIN'

Ji xelkê Suryanî û bavê şehîdekî Bîtrîs Barson Beşîryom got, "Şoreşa Rojava şoreşa şehîdan e. Ji ber vê yekê êrîş çiqasî giran jî be wê nikaribe îradeya me bişikînin, bila ne li bendê min ku em ê xaka xwe biterikînin û birevin. Dayik û bavê me, kalkê me, dapîrên me li vê xakê ji dayik bûn, mezin bûn û jiyana xwe ji dest dan. Em rabirdûya xwe li paş xwe nahêlin û naçin. ji ber ku îrade, felsefe, têkoşîn, ziman, nasname û xaka me ya azad heye. Ev derfet bi destê şehîdan hatin afirandin. Li xaka me biratiya gelan pêk hat û gelê Suryanî jî di nava vê biratiyê de bû xwedî cihekî. Heta serketinê em ê paşve gavê neavêjin, gavên me wê her tim ber bi pêş ve bin."

ÊRÎŞEK GIŞTÎ YA LI SER GELAN E

Bîtrîs Barson Beşîryom diyar kir ku ne tenê weke gelê Suryanî, di heman demê de weke gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û Asûrî ew ê li ber êrîşên dewleta Tirk rabin û got, "Dewleta Tirk bi êrîşan xwîna ewladên me dirijîne, gelan qetil dike. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê li hemberî gelê Kurd e, êrîşeke giştî ye ku li hemberî gelan e."

DAWÎ LI BÊDENGIYA LI HEMBERÎ ZILMÊ BÎNIN

Bîtrîs Barson Beşîryom destnîşan kir ku ew ê têkoşînê bi ser bixînin û di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên navneteweyî kir: "Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku hewl dide hebûna xwe li ser qirkirina gelan misoger bike, bêdeng nemînin. Gelên li Rojava yek wicûd e û rastiyê temsîl dikin. Mafên gelan çawa tê parastin divê li hemberî zilma li ser van gelan jî bêdeng nemînin û dema li hemberî gelên Rojava zilm hate kirin, divê bêdeng nemînin."

'BI DAGIRKERIYÊ DIXWAZIN HERÊMÊ BIKIN YEK TÎP'

Ji gelê Ermen Kohar Xacadûryan jî ragihand ku êrîş ne tenê li ser gelê Kurd e û got, "Êrîş li ser netewe, mezheb û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di heman demê de êrîşek li dijî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku xizmetê ji şovenîzma dewleta Tirk re nake."

Kohar Xacadûryan bi bîr xist ku nexweşxane, stasyonên avê, santralên elektrîkê û çavkaniyên enerjiyê qadên debara jiyana gel e û diyar kir ku faşîzma dewleta Tirk hewl dide herêmê bi temamî bixe bin kontrola xwe, bi mejiyê yek ziman, yek welat, yek nasname, yek al herêmê vala bike û gel koçber bike.

Kohar Xacadûryan destnîşan kir ku ew ê komkujiyên ku dewleta Tirk li Ermeniyan kiriye ti carî ji bîr nekin û got, "Dewleta Tirk li Qerebaxê Ermeniyan qetil dike, li Rojava jî dixwaze komkujiyan, qirkirinê bike. Li pey xeyalên Osmanî nasname, ziman û dîroka gelan ji nedîtî ve tê."

'LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN TERORÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Kohar Xacadûryan anî ziman ku weke gelê Ermenî tevî gelên herêmê ew her roj li qadan û çalakiyan e û got, "Civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û hêzên ewlekariyê yên navneteweyî divê li hemberî êrîşên terorê yên dewleta Tirk bêdeng nemînin, helwesteke xurt nîşan bidin."

'DEWLETA TIRK XWE JI XWÎNA GELAN XWEDÎ DIKE'

Ji gelê Kurd Ayid Îbrahîm jî diyar kir ku dewleta Tirk yekser êrîşî cih û warê sivîlan dike û got, "Êrîşên li hemberî destketiyên gelan ne êrîşên destpêkê ne. Yên ku terora DAÎŞ'ê bi erdê re kirin yek gelê Rojava û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bûn. Dewleta Tirk dewleteke faşîst e. Xwe ji xwîna gelan xwedî dike û hebûna xwe dewam dike. Nikare xwe li destketiyên gelan rabigire û li dijî gelan komkujiyan dike."

'NIKARE XWE LI EWLEHÎ Û ARAMIYA HERÊMÊ RABIGIRE'

Ayid Îbrahîm got, "Êrîşên hovane yên artêşa Tirk binpêkirina qanûnên navneteweyî ye" û wiha dewam kir, "Bi saya şehîdên leheng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û paradîgmaya neteweya demokratîk me destketiyên mezin bi dest xistin. Bi van destketiyan me şensê jiyana bi hev re ya gelan bi dest xist. Bi destketiyên demokratîk ên di nava şer û kaosê de hatin afirandin, aramî û ewlehî dan herêmê. Aramî û ewlehiya ku bi berdêlên giran li herêmê hate afirandin ti carî bi xweşiya dewleta Tirk neçû, nikare xwe lê rabigire. Bi êrîşên rojane re di sala 2018'an de dest bi dagirkirina xaka me kir. Lewma ji roja destpêkê ve hewl dide planên xwe yên qirêj li ser herêmê pêk bîne, lewma êrîşan dike, bi dehan ewladên me qetil dike."

BIRYARDARIYA LI SER BERXWEDANÊ

Ayid Îbrahîm diyar kir ku gel li ser piyan e, li ber xwe dide, têdikoşe û got, "Gelê me her tim dilsozê şehîdên xwe, felsefeya Rêber Apo, xak û hêzên xwe yên parastinê bû û wê timî bi wan re dilsoz be. Gelê me ti carî navber neda têkoşîna xwe, bi soza da şehîdan û Rêber Apo rêwîtiya xwe dewam dike, li ser berxwedanê bi israr e. Gelê me wê di rêwîtiya azadiyê de teqez dewleta Tirk têk bibe."