Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşan piştgirî dan QSD’ê

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya hêzên QSD’ê gel daketin qadan.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî Kongreya Star bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokrat bi slogana"Na ji dagirkeriyê û qirkirinê re û bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" meşek organize kirin.

Meş ji ber çerxêrya rojhilat dest pê kir û ber bi goristana şehîd Delîl Seroxan ve meşiyan. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, alên QSD`ê, YPG û YPJ`ê hildan.

Beşdaran sloganên"Bijî berxwedana QSD`ê û azadî ji rêber Ocalan re" berz kirin.

Meş li goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê û li wir ser navê Kongreya Star Şeha Xelîl axivî û diyar kir ku dewletên piştgiriya Tirkiye dikin, dixwazin îradeya jinan bişkînin.

Di dawiya meşê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xewna Kurdan fêrkirina bi zimanê dayikê bû û ev yek di şoreşê de pêk hat.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî bi heman armancê meşek bi beşdarbûna bi sedan kesî hate lidarxistin.

Di meşê de pankartên wekî "Ji dagirkirin û qirkirinê re na, bi hev re em jin û jiyan biparêzin" , alên YPG, YPG û QSD'ê hatin hildan.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrikê dest pê kir û li naverasta navçeyê rawestiya. Li ser navê Kongreya Star Semîra Yûsif axivî, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Semîra got: "Bi diruşmeya berxwedan jiyan e, em ê wekî gelekî şoreşger li hemberî planên dagirkeran li ber xwe bidin. Rêya têkbirina şerê taybet ku dewleta Tirk dimeşîne xurtkirin û bi rêxistinkirina gel e, her wiha piştgiritya QSD û YPJ' ye."

REQA

Meş ji qada Itfaiyê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Neîm a naverasta bajêr ve çû. Bi sedan şêniyên Reqayê û gundewarên beşdarî meşê bûn û sloganên"Na ji bêdengiya navneteweyî re û na ji sûcên artêşa Tirk ên li dijî gelê herêmê" berz kirin.

Meş li Çerxerêya Neîm veguherî mîtîngê û li wir ser navê şêniyên Reqayê, Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivî û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsa û Dêrikê ku beriya çend rojan qewimîbû, şermezar kir.

Li ser navê jinên Reqayê Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Bûseyna Ebdo axivî û ev yek anî ziman:"Em sûcên artêşa Tirk li herêmên dagirkirî li dijî jinan pêk tîne, şermezar dikin. Dewleta Tirk jinan direvîne û qetil dike, ji ber vê em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku dest bi lêpirsînê bike."

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn, sûcên artêşa Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan.

Xwepêşandan ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û ber bi kolanên sereke yên navçeyê ve meşiyan. Xwepêşandêran di meşê de piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan.

Meş li kolana Şehîd Demhat veguherî mîtîngê û li wir bi navê Koodînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî.

Semer Abdullah got ku dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê destwerdana aloziyê wê kir, deriyê sînor vekir û terorîst derbasî xaka Sûriyê kir, da ku siyaseta xwe ya dagirkirinê bimeşîne.

KOBANÊ

Kongreya Star a herêma Firatê jî bi beşdarbûna bi sedan kesî meşek ji bo piştgiriya YPJ'ê li dar xist.
Meş ji qada Jina Azad heta qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir çalakiyeke hate lidarxistin ku bi deqeyeke rêz hate girtin. Berdevka Kongreya Star Mizgîn Xelîl berxwedana QSD û YPJ'ê silav kir û û got: "Jiyan bê parastin nabe, ji bo parastina jin û civakê divê em di rêzekê de bin."
Mizgîn şehîd Bêrîtan û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.
Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina tundiya li ser jinan û piştgiriya jinên berxwedêr bi dawî bû.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî bi dehan kes daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo QSD'ê nîşan dan.

Meş ji çerxerêya Tirafîkê dest pê kir. Meşvanan alên QSD, YPJ'ê hildan û diruşmeyên silavkirina QSD'ê berz kirin. Piştî di nava kolanên bajarê de gerî li dawiya rêya giştî bi dawî bû. Endama Rêveber a Kongreya Star a navçeya Çilaxa Xalya Necar axivî û got, QSD'ê herêmê parast û DAIŞ şikand.

Xaliya destnîşan kir ku hêzên rewa yên ku herêmê diparêzin QSD'ê ne, lê dewleta Tirk bi desteka hin dewletan hewl dide vê hêzê reş bike.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ji Qada Şehîd Cîhan heta qada Jina Azad meşiyan. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jin hatin berzkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Perwîn diyar kir ku êriş û palanên Tirkiya ya dagirekr hîna berdewam in û got "Ji bo em karibin şoreşê berdewam bikin divê şênî tev lê bibin û bi hêzên xwe yên ku herêm rizgar kirin ve girêdayî bin."

ŞEDADÊ

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên navçeya Şedadê li başûrê Hesekê kom bûn, piştgiriya xwe ji QSD`ê, YPG û YPJ`ê re nîşan dan.

Xwepêşandan ji pêşiya Navenda Meclisa Navçeyê dest pê kir û ber bi kolanan ve dewan kir.

Piştî rêzgirtinê Endama Koodînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Saroxan axivî û îşaret bi girîngiya piştgiriya QSD`ê kir, ji ber QSD`ê nûnertiya pêkhateyan dike û ji bo rizgarkirina herêmê her tiştî dide ber çavên xwe.

Zeyneb Saroxan di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan û piştgiriya ji QSD`ê re dan.

TIL HEMÎS

Meşa li navçeya Til Hemîsê ya ku bi sedan kes tevlî rûspî tevlê bibûn ji ber navenda Trafîkê dest pê kir û di nava kolanên navçeyê de dewam kir.

Di meşê de pankartên wekî "Na ji dagirker û qirkirinê re, em jin û jiyanê biparêzin", "Dagirkerî tundî ye" û "Em komploya 9'ê Tîrmehê şermezar dikin" her wiha alên QSD, YPG, YPJ'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn vekirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û veguherî mîtîngê. Li ser navê Kongreya Star Nîra El-Hemko axivî, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirekriya Tirk şermezar kir û got ev bêdengî dihêle ku Tirkiyê zêdegaviyên xwe dewam bike.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê beşdarî meşe bûn. Meşvan li pêşiya navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û alayên QSD`ê û YPJ`ê hildan. Meşvan di sûka navendî re derbas bûn û dirûşmeyên piştgiriya bi QSD`ê re berz kirin.

Meş li pêşiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveberiya Kongreya Star Gulistan Gilo axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya Elmanya hewl dide QSD`ê reş bike û DAIŞ`ê rewa nîşan bide.

Her wiha tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo parastina yekitiya xaka Sûriye û têkbirina DAIŞ`ê, bi hezaran şehîd da û QSD`ê hêza tekane ye ku hêviyên gelê herêmê temsîl dike.

DÊRIK

Bi heman armancê bi sedan şêniyên Dêrikê li qada Azadî kom bûn û dest bi meşê kirin. Meş ji bo piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê ji aliyê Kongreya Star ve hate birêxistinkirin.

Meşvanan al û sembolên YPG, YPJ, QSD`ê û pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” hildabûn.

Meş ji qada Azadî dest pê kir û di kolanên sereke yên bajarê Dêrikê re dewam kir.

Beşdarên meşê dirûşmeyên piştgiriya bi QSD`ê re berz kirin û berê xwe dan qada jina şoreşger. Meş li wê derê veguherî mtîîngê û endama rêveberiya Kongreya Star Wesfa Mûrad axivî û jinên têkoşer ên destanên lehengiyê di çeperên şer de dinivîsin, spas kir.

Wesfa wiha domand: “Ji her kesî tê xwestin ku xwe birêxistin bikin û hêzên xwe yên leşkerî ava bikin, da ku herêmên xwe li dijî xeteriyan biparêzin. Ne ji şervanên YPG, YPJ û QSD`ê bûya, dê çeteyên DAIŞ`ê yên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujî pêk bianiya."

Mîtîng bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê bi dawî bû.