Gelê Tirbespiyê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê meşiya

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daketin qadan.

Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê beşdarî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên Ii ser herêma Efrînê bûn û piştgirî dan berxwedana Efrînê.

Meş ji Akademiya Şehîd Yekta Herekol dest pê kir ber bi sûka navendî ve herikî. Meşvanan wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ′ê hildan û pankartên ″Efrîn ji terora we xurtire″ vekirin.

Meşvan li sûka navendî rawestiyan. Li wir Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Ibrahîm, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê Hediye Şemo, Endama Kongreya Star Asya Cuma, Endamê Partiya Yekîtî ya Demokratîk li Sûriyê Nûşîn Bêcirmanêî, bi navê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ebas Huseynî, axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku Efrîn ne bi tenê ye û gotin ku wê hemû gelên aştîxwaz piştgiriya berxwedana gelê Efrînê bikin. Her wiha axaftvanan berxwedana şervanên YPG/YPJ′ê silav kirin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.