Gelê Reqayê: Em ê li hemberî dijmin bendeke xurt ava bikin

Partiyên siyasî yên li Reqayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk çalakiyek li dar xistin û gotin “Em ê li hemberî dagirkeran bendeke xurt ava bikin.”

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Komarî ya Kurdistanê li Çerxerêya Neîm a naverasta bajêr kom bûn

Xwepêşandêr ber bi Yarîgeha Beledî ve ketin rê. Li wê derê partiyên siyasî daxuyaniyek dan raya giştî. Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê şaxê Reqayê Xazî Yasîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em êrişeke nû qebûl nakin. Çiqasî siyaseta me ji hev cuda be jî, em zarokên vî welatî ne ku bi xwîna keç û xortên me hatiye rizgarkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de soza parastina destkeftiyên şoreşê, parastina axa herêmê hat kirin.

Partiyan û şêniyên Reqayê teqez kir ku li gorî berjewendiyên gel û şoreşê, ew ê piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin û bi hev re dê li hember dijminan bibin bendeke asê.

Di dawiya daxuyaniyê de bi sloganan banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî û darizandina dewleta Tirk hat kirin.