Gelê Minbicê şehîda xwe spart axê

Cenazeyê şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Sakîne Hesen, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Minbicê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê ji bo veşartina cenazeyê şervana Meclîsa leşkerî ya Minbicê Sakîne Hesen (Sakîne El-Eseliye) ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li pêşiya nexweşxaneya Firatê li hev civiya. Girseya gel alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk, hilda.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê û gundewarên wê Nezîfe Xilo û Cîgirê wê Qasim Remo, Endam û Rêveberên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî measîmê bûn.

Piştî wergirtina cenazeyê şehîd Sakîne, girseya gel bi karwanekî mezin ber bi goristana şehîdan a Minbicê ve bi rê ket. Li goristanê şervanên jin ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê darbesta cenazeyê şehîd di nava  dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, rakirin ser milan.

Li dû merasîma leşkerî ya li goristanê, bi navê Saziya Malbatên şehîdan Xeled Îsmaîl El-Casim axivî. El-Casim sersaxî ji malbata şehîd û giştî malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku bi fedakariya şehîdan, serketin tên bidestxistin û çete li bin dikevin.

Hevseroka Komîteya Parastinê ya Minbicê Nofe Silêman jî got, ew li hember ruhê şehîdên ku ji bo parastina welatê xwe û avakirina jiyaneke aştiyane û bi rûmet canê xwe feda kirine, bejna xwe ditewînin. Nofe bang li gel kir ku li ser şopa şehîd Sakîne be û xwedî li destketiyan derkeve.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Zeyneb Qenber jî anî ziman ku têkoşera azadiyê Sakîne ji bo avakirina jiyaneke azad xwîna xwe da û wiha domand: "Em ê li ser şopa şehîdan bin. Şehîd di dema tarîtiyê de, minareyên roniyê ne."

Bavê şehîd Sakîne, Hesen Xelûf jî li vir axivî û wiha got: "Eger tu fedakariyê neke, ez fedakariyê nekim, wê kî rêya gelê me ronî bike. Ez şehadeta keça xwe diyarî azadiya welat dikim. Bi vê yekê me banga fedakariyê ji bo yekîtî û biratiya gelê me, bi cih anî."

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wê hat kirin  û cenazeyê wê di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, hate veşartin.