Gelê Hesekê dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîd şermezar kir

Şêniyên Hesekê ji bo piştgiriyê bidn Berxwedana Serdemê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin meşiyan.

Meşa ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hate organîzekirin bi beşdariya bi sedan kesî duh pêk hat.

Girseya gel ji Çerxerêya Sînalokê bi qîrîna dirûşman heta Çerxerêya Şehîd Serhed meşiya.

Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebdula li vir axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermerzar kir.

Semer Ebdula ji saziyên mafên mirovan ên navneteweyî xwest ku li dijî tecrîdê zextê li dewleta Tirk bikin ku rê bide parêzer û malbatê ji bo karibin Ocalan bibînin.

Semer Ebdula bal kişand ser berxwedana Serdemê ya li Efrînê û destnîşan kir ku wê şervanên Efrînê dagirkeran ji Efrînê derxînin. Ebdula got, "Gelên Bakurê Sûriyeyê wê ti carî dagirkeriyê qebûl nekin."

Girseya gel bi qîrîna dirûşman dawî li meşê anîn.