Gelê Efrînê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê li ser piya bûn

Bi sedan welatiyên Efrînê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê li navçeya Fafîn a Şehbayê meşeke girseyî lidar xistin.

Bi tevlîbûna hemû endamên sazî û meclîsên li Şehba gelê Efrînê ji pêşiya nexweşxweneya Efrînê ber bi Kampa Berxwedan ve meşiyan.

Bi diruşmeya ‘Berxwedana Rojava berxwedana mirovatiyê ye, biparêze’ gel ber bi Kampa berxwedan ve meşiyan.

Li pêşiya Kampa Berxwedan ji bo giyanê şehîdên azadî û têkoşînê deqeyek rêz hate girtin.

Li vir daxuyanî li ser navê Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman xwend. Di daxuyaniya hate dayîn de Roja Rojava ya Cîhanê hate silavkirin û 2’yê Mijdarê weke bigehê yekîtiya gelan û roja têkoşîna li dijî faşîzmê pênase kirin.

Her wiha Rêveberiya Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî axivî. Hemo got: “Em di kêliyên dîrokî de dijîn. Em dagirkerî û çeteyan naxwazin. Armanc û hedefên me diyar in. Em ê projeya netewa demokratîk a projeya gelan bi hev re ava bikin.