Gelê Cizîrê gihişt Bendava Tişrînê

Bi sedan kes ji herêmên cuda ya Kantona Cizîrê ji bo tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bibin di saetên serê sibehê de ketin rê û xwe gihandin cihê berxwedanê Bendava Tişrînê.

Bi sedan welatiyên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û gundên Beraf û Koçerat ên Kantona Cizîrê ref bi ref berê xwe da Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevlî çalakiya nobetê ya li bendavê bibin.

Ji 8ˋê Çileyê ve, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bendavê, bi sedan welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin nobetê û bi awayekî dewrî nobedariyê dikin.