Gel û milîsên li Fûah û Kefrayayê ji herêmê têne derxistin
Bajarokên Fûah û Kefrayayê yên Sûriyeyê ku bi salan e ji aliyê çeteyên Îslamî yên tund ve hatine dorpêçkirin, sivîl û milîsên alîgirê rejîmê yên li van herêman tên veguhastin.
Bajarokên Fûah û Kefrayayê yên Sûriyeyê ku bi salan e ji aliyê çeteyên Îslamî yên tund ve hatine dorpêçkirin, sivîl û milîsên alîgirê rejîmê yên li van herêman tên veguhastin.
Bajarokên Fûah û Kefraya yên li wîlayeta Îdlibê ya Sûriyeyê, ji destpêka şerê navxweyî ve ji aliyê komên çete yên Îslamî yên radîkal ve hatine dorpêçkirin. Dorpêçiya li ser van her du bajarokên Şîa ji sala 2012'an û vir ve dewam dikir.
Di çarçoveya peymana navbera Rûsya ku alîgirê rejîmê ye û Tirkiye ku paşmêrê çeteyên radîkal e, sivîl û milîsên alîgirê rejîmê wê ji bajarokan derkevin. Veguhastina ji bajarokan doh bi şev dest pê kir û doh bi şev bi dehan otobus ji herdu bajarokan derketin.
Li Deraa û derdora wê jî ku li ser sînorê Urdunê ye, komên Îslamî yên tund ji herêmê hatibûn derxistin.