Gel ji bo Roja Şehîdan derkete qadan
Gelê Herêma Cizîrê şehîdên Gulanê bi bîr anî. Di bîranînê de berxwedana gerîla hate slavkirin.
Gelê Herêma Cizîrê şehîdên Gulanê bi bîr anî. Di bîranînê de berxwedana gerîla hate slavkirin.
Îro 18`ê Gulanê Roja Şehîdan e, di 18`ê Gulana 1977`an de Heqî Karer şehîd bû (yekemîn şehîdên Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê).
Ji bo vê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajar û navçeyên herêma Cizîrê meşên girseyî organîze kirin, bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên herêmê beşdarî meşan bûn.
Şênî û malbatên şehîdên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê li pêşiya deriyê ketina gundê Berkevirê kom bûn û berê xwe dan Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gund. Beşdaran wêneyên şehîdan û pankertên bi nivîsa “Rêya we rêya me ye, armanca we armanca me ye” rakirin.
Li goristanê, bi navê meclisa navçeyê Medya Dirbêsiyê axivî. Medya Roja Şehîdan li hemû malbatên Şehîdan pîroz kir û teqezî bi bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna hemû armancên şehîdan, kir.
TIL TEMIR
Li navçeya Til Temirê jî vê sibehê bi dehan şênî û malbatên şehîdan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn, wêneyên şehîdan, alên partiyên siyasî û pankertên “Rêya we rêya me ye, armanca we armanca me ye” rakirin.
Beşdar di kolanên sereke yên navçeyê re meşiyan û li kolana çerxerêya kehrebeyê rawestiyan. Li wir meş veguherî mîtîngê.
Di mitîngê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Nayif axivî û îşaret bi girîngiya parastina destkeftiyên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin kir û wiha axivî: “Şehîdan xwe ji bo parastina herêmê û şêniyên wê kirine mertal. Divê em sazî û destkeftiyên xwe ku bi saya wan hatine bidestxistin, biparêzin.”
AMÛDÊ
Şêniyên navçeya Amûdê û endamên saziyên sivîl bi boneya Roja Şehîdan berê xwe dan Meclisa Malbatên Şehîdan û dest bi meşê kirin.
Beşdaran alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê û pankertên “Şoreşa me rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin” , “rêya we rêya me ye û armanca we armanca me ye” û wêneyên şehîdan rakirin. Her wiha dirûşmên “şehîd namirin” û dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û “bê serok jiyan nabe” berz kirin.
Piştre beşdaran berê xwe da Goristana Şehîd Îsmaîl. Li goristanê endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Avaşîn Hesen axivî û diyar kir ku armanca êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, qirkirina gelê Kurd e.
QAMIŞLO
Bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên Qamişloyê li ber çerxerêya Meşte Nûr a li başûrê bajêr kom bûn û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan. Şêniyan wêneyên şehîdan û alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên Rêya we rêya me ye armanca we armanca me ye, Azadî û edaletê ji bo rêber Ocalan, Şoreşa me rûmeta me ye, Em ê wê biparêzin û rûmeta xwe biparêzin x rakirin û berxwedana şehîdan û rêber Abdullah Ocalan silav kir.
Li goristanê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mesûm Hesen axivî û hemû şahîdên azadiyê bi bîr anîn.
Hesen teqez kir ku bi hezaran Kurd li ser şopa şehîdan in û dê heta dawiyê piştgiriya gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bikin.
Hesen her du şehîdên jin Leyla Qasim û Mizgîn (Gurbet Aydin) bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.
TIRBESPIYÊ
Li navçeya Tirbespiyê jî, pêkhateyên navçeyê li pêşiya Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê li rojavayê navçeyê kom bû û heta qada goristanê meşiyan. Endama Rêveber a Kongreya Star Kilara Edîsa axivî û teqez kir ku şehîdan ji bo parastina nirx û rêgezên civakê û şoreşê canê xwe feda kir.
TIL HEMÎS
Şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê ji ber çerxerêya gundê El-Akûle yê li rojavayê Til Hemîsê ber bi Goristana Şehîdan a Til Hemîsê meşiyan. Li goristanê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid El-Ilêwî axivî û hemû şehîdn azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku bi saya wan gelê herêmê têkoşîna xwe berdewam dike û ji bo parastina doza xwe bi hezaran şehîd da.
Her wiha hevserokê navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi saya fedakariyên wan hatine bidest xistin û axa herêmê da.
Di dawiyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê nasnameya şehîd Mecid El-Ebdullah şervanê Hêzên Displîna Leşkerî ku li Serêkaniyê di 24`ê Cotmeha 2019`an de şehîd bûbû eşkere kir û wesîqeta şehadetê radestî malbata wî kir.
TIL KOÇER
Bi sedan şêniyên Til Koçerê meşek li dar xistin. Meş ji têketina navçeyê dest pê kir û ber bi goristana Şehîd Eqab Eswed ve dewam kir.
Li goristanê, piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hewas Miflih axivî û êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û diyar kir ku ew êriş vîna gelên azad dike armanc. Hewas wiha domand:" di vê roja girîng de em soz didin tevahî şehîdan ku rêyê wan a têkoşînê bişopînin."
DÊRIK
Bi sedam şêniyên Dêrikê bi meş çûn goristana şehîd Xebat Dêrik. Li goristanê, meş veguhirî mitîngê.
Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dilyar Cûdî axivî û destnîşan kir ku divê ew layîqî xwîna şehîdan derkevin û rêyê wan bişopînin û mîrat û destkeftiyên di saya xwîna wan de bi dest xistine, biparêzin.
Piştî axaftinê, gel gul danîn ser gorên şehîdan.
ŞEDADÊ
Ji bo Roja Şehîdan bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Şedadê, ji deriyê têketina bajêr ji aliyê rojava ve heta Goristana Şehîdan a Şedadê meşiyan.
Li Goristana Şehîdan gelek axaftin bi navên saziyên sivîl û yên leşkerî ku tev li meşê bûne hatin kirin. Endamê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El-HÎbî axivî û got: “Em bejna xwe bi rêzdarî li hemberî giyana şehîdan ditewînin ku axa herêmê bi xwîna xwe ya pak rizgar kir, rê li pêşiya me vekir ku em bi azadî û bi rûmet bijîn.”
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fadil El-Hisên jî axivî û fedekariyên şehîdan silav kir.
Endama rêveberiya Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm teqez kir ku şehîd nemir in, wan li pêşiya dijmin li eniyên şer li ber xwe dan û ji bo axa welêt canê xwe feda kir.
Di dawiya meşê de beşdaran sloganên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin