Navçeya Şêrewa wargeha şaristanî û kevnariyên Efrînê ye, li wir bi sedan şûnewarên arkeolojîk hene ku li pey hev hebûna bi dehan şaristaniyan li ser axa Efrînê nîşan dide. Dîroka wê ji Mîtanî û Hûriyan dest pê dike û heta roja me ya îro berdewam kiriye. Kurd, Ereb, Misilman û Êzidî li ser vê axê di bin banekî de kom dibin. Li aliyê başûrê wê Kelha Semanê, li bakurê wê navenda bajarê Efrînê, li rojavayê wê navçeya Cindirêsê û li aliyê rojhilat jî bajarê Helebê heye.
Li gorî belgeyên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê ji jêderên taybet hatiye bidestxistin, hejmara malbatên Erebên hawirdor ên li navçeyê bi cihbûne wiha ne;
Basofan: Gundê Basafonê yek ji mezintirîn gundên Êzidiyan ên li Çiyayê Lîlonê ye û ji 320 malan pêk tê û hejmara niştecihan digihije 2000 kesan. Hemû xelkê wê jî ji Kurdên Êzidî ne. Di dema êrîşên Tirkiyeyê bi ser herêmê de her kes koçber bûn û piştî demeke kurt, nêzîkî 70 malbatên ji 200 kesan pêk dihatin vegeriyan ku hemû jî kesên temen mezin in. Piştî dagirkirina Efrînê nêzî 150 malbatên Erebên hawirdor tê de hatin bi cih kirin. Ji ber cihê gund ya stratejîk ku dikeve ser Kelha Semanê barageheke mezin a artêşa Tirk a dagirker li rex gund hatiye avakirin. Gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin. Her wiha mala Silêman Cafer weke navendek sereke ji xwe re diyar kirine.
Basûtê: Ji 900 malbatan pêk tê, her wiha di nav de çend malbatên Ereb jî hene. Piştî dagirkirina Efrînê nêzî 600 malbatên ji xelkê gund yê resen li wir in. Her wiha nêzî 300 malbatên Erebên hawirdor li şûna xelkê koçber hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye û navê muxtarê gund Resûl Hemûş e.
Beradê: Ji 360 malan pêk tê ku 12 mal jê xelkê resen in, 90 mal xelkê Erebên hawirdor in û 258 mal jî valen e. Çeteyên El-Hemzat gund kontrol dikin. Muxtarê gund jî Îbarahîm Birîm Hemoş e.
Biric Heyder: Ji 174 malan pêk tê. Nêzî 30 malbatên Erebên hawirdor tê de hatine bicihkirin û yên din xelkê wê yên resen in. Çeteyên Feyleq El-Şam gund kontrol dikin.
Beyyê: Ji 165 malan pêk tê. 120 malbat ji Erebên hawirdor tê de hatine bicihkirin. Hêjayî gotinê ye ku tenê 5 malbatên Êzidî di gund de mane. Ji beriya niha piraniya xelkê gund Kurdên Êzidî bûn. Muxtarê gund Cemal Behrî ye.
Eyn Dara: Ji 78 malan pêk tê. Nêzî 48 malbat ji Erebên hawirdor hatine bicihkirin û malên din jî xelkê wê yên resen in. Çeteyên El-Hemzat gund kontrol dikin.
Gurzêlê: Ji 450 malan pêk tê. Nêzî 100 malbat ji Erebên hawirdor tê de hatine bicihkirin, her wiha nêzî 50 malbatên Tirkmen jî di gund de li şûna xelkê koçber yên bi darê zorê koçber bûne, hatine bicihkirin. Her wiha li rex gund malên mêtîngeriyê tê avakirin. Muxtarê gund Ebdullrehman Necar e.
Birc Ebdalo: Ji 200 xaniyan pêk tê ku nêzî 50 malbat bi darê zorê hatin koçberkirin. Her wiha nêzî 75 malbat ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Gund bi serkêşiya Ebdo Osman ebo Mehmûd di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de de ye.
Kefer Nebo: Ji 35 malan pêk tê, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker gund ji xwe re kiriye weke herêmeke leşkerî, niha bi temamî vale ye. Çeteyên Feyleq El-Şam gund kontrol dikin.
Birc Silêman: Nêzî bajarokên Nubil û Zehra ye. Ji 100 xaniyan pêk tê. Nêzî nîvê xelkê wê hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bi cih kirin. Çeteyên Feyleq El-Şam gund kontrol dikin.
Fafertîn: Ji 250 xaniyan pêk tê. Piraniya xelkê gund di malên xwe de asê man, ji ber ku di destpêka êrîşên Tirkiyê de gund ket bin dagirkeriya çeteyên Zênkî ew jî ji ber nêzbûna gund ji bajaroka Qubtan El-Cebelê bû. Gund di bin kontrola Feyleq El-Şam de ye. Her wiha nuqteyên çeteyên Huras El-Dîn û nuqteyên HTŞ'ê (Cebhat El-Nusra) di gund de heye.
Kîmar: Ji 200 xaniyan pêk tê. Nêzî sedî 70’î ji xelkê gund yên resen di gund de mane. Her wiha sedî 30’ê wê ji Erebên hawirdor in ku li gund hatine bicihkirin. Çeteyên El-Hemzat û Feyleq El-Şam gund kontrol dikin.
Îska: Ji 300 xaniyan pêk tê. Nêzî 35 malbat di dema êrîşên Tirkiyeyê de bi darê zorê hatin koçberkirin û nêzî 50 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Çeteyên Feyleq El-Şam gund kontrol dikin. Muxtarê gund jî Mihemed Omer Zelo ye.
Şadêrê: Ji 200 xaniyan pêk tê. Di eslê xwe de gundeke Êzidî ye hemû xelkê wê Kurdên Êzidî ne. Nêzî 50 malbat ji gund hatin koçberkirin û li şûna wê Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Li rex gund jî yek ji avahiyên mezintirîn ya niştecihbûnê hatiye avakirin (Niştecihbûna El-Besma) ku ji 507 xaniyan pêktê.
Xezewiyê: Ji 600 xaniyan pêk tê. Nêzî 50 malbat ji gund hatine koçberkirin û nêzî 100 malbat jî ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Li kêleka hebûna barageheke ya artêşa Tirkiyeyê, gund di bin kontrola Feyleq El-Şam de ye.
Kibêşînê: Ji 250 xaniyan pêk tê, nêzî 5 malbat ji gund hatine koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyên ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola Feyleq El-Şam de ye.
Pêngava guhartina demografîk di bicihkirina Erebên hawirdor û hin Tirkmenên li gundên Şêrewayê sînordar nema; li kêleka bicihkirina xelkên ji derve hatine, gelek niştecih ango malên mêtîngeriyê li gundên Şêrewayê tên avakirin weke;
Niştecihbûna El Besmê: Ev niştecih li gundê Şadêrê yê girêdayî navçeya Şêrewa ye. Ev niştecih ji aliyê Komeleya Destên Spî ‘Munezamêt Eyedî El Beyda’ ya navenda wê li Efrînê, bi navê Meclîsa Giştî ya Turkmenên Sûriyê û Komeleya Bi Keramet Jiyan Bike a Filistîniyan’ Cemyêt Eyş Bi Karamê El Filistîniyê ya 48 e. Ev niştecih ji 3 merheleyan pêk tê û her merheleyek ji 2 beşan pêk tê û bi giştî 508 malan pêktê, ji wan 224 mal hatiye teslîm kirin û 224 mal tê amadekirin û yê dawî 60 mal li ser tê dîrasekirin.
Niştecihbûna Kiwêt El Rehmê: Ev niştecih li gundê Xalidiyê yê girêdayî navçeya Şêrewa hatiye avakirin. Ev niştecih bi alîkariya Komeleya Şam El Xeyriyê tê fînansekirin ku ruxseta wê li Tirkiyê di sala 2014 de hatiye dayîn. Ev niştecih ji 300 malan pêk tê û piraniya wan jî, welatiyên ji Şamê tê de hatine bih cih kirin.
Her wiha di vê dawiyê de çavkaniyên leşkerî ragihandin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li ser xetên gundên Şera û navçeya Şêrawa û gundewarên rojavayê Helebê bicih bûne.
Li gorî agahiyan, çeteyên HTŞ'ê li gundên (Fafertîn-Kabaşin-Basofan) ên navçeya Şêrawa, heta gundê Meryemîn ê navçeya Şera ya gundewarên Efrînê û li gundewarên rojavayê Helebê bi cih bûne.
Bi wê re hebûna çeteyên HTŞ'ê li wê herêmê dîrok, nasname û demografiya wê herêmê dixe xeteriyeke pir mezin û ji xwe pêl bi pêl pêvajoya guhertina demografîk li herêma Efrînê di nav de li navçeya Şêrewa tê kirin.