Firat: Di nêz de em ê mizgîna têkçûna DAÎŞ’ê bidin-NÛ BÛ II

Yek ji Fermandarê QSD’ê Çiya Firat, derbarê Qonaxa Bidawîkirina Terorê ya Bagera Cizîrê de civîna çapemeniyê li dar dixe.

Yek ji fermandarê QSD’ê Çiya Firat, derbarê Qonaxa Bidawîkirina Terorê ya Bagera Cizîrê de li Heqîl Omer a li Dêrazorê civîna çapemeniyê li dar dixe.

Çiya Firat got ku li Baxoza Jorîn dora çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin û got ku, “Çeteyên DAÎŞ’ê li qadeke 600-700 metrekareyan mane. Ji ber ku DAÎŞ sivîlan ji xwe re dike mertal, hêzên me hêdî bi pêş ve diçin.”

Firat diyar kir ku piştî demeke kurt  ew ê mizgîna têkçûna DAÎŞ’ê bidin cîhanê.

10 GIRTÎ HATIN RIZGAR KIRIN

Çiya Firat diyar kir ku hejmarek esîrên wan di destê çeteyên DAIŞ`ê de hene û îro ji wan 10 kes rizgar kirine.

Fermandar Çiya Firat diyar kir ku wan bi hezaran sivîl bi rêya korîdorên ewle yên ku vekirine, rizgar kirin û alîkarî ji wan re peşkêş kirin.

Çiya Firat destnîşan kir ku ew ê di nêzîktirîn demê de mizgîniya bidawîbûna dagirkeriya DAÎŞ’ê bidin pêkhateyên herêmê û  tevahiya cîhanê.

Çiya Firat di dawiyê de wiha got: "DAÎŞ di çend rojan de tune nabe. Wê têkoşîna me ya ji bo tunekirina şaneyên veşartî yên DAÎŞ`ê  bidome.”