BI DÎMEN

'Fikra Rêber Apo erşa desthilatdariyê û hegemoniyê hejand'

Şervan Mislim got: ‘’Çawa ku Îbrahîm Xelîl erşa Nemrûd hejand, fikr û felsefeya Rêber Apo jî erşa desthilatdariyê û hegemoniyê hejand. Divê tavilê gelên azadîxwaz rabin ser piyan da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999`an de bi rêya komployeke navneteweyî hate dîlgirtin û ev 25 sal in li Îmraliyê di hucreyekê de tê ragirtin.  Di 25`ê Adara 2021`an de bi rêya telefonê bi qasî 5 deqeyan bi birayê xwe Memed Ocalan re axivî û ji wê demê heya niha tu agahî ji Rêber Apo nayên  wergirtin û tecrîdeke mutleq û girankirî li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd a ku di 15`ê Sibata 1999`an de rû dayî şermezar kir û got: "Ev komploya ku di şexsê Rêber Apo de rû dayî, li dijî Kurdan, tevahî gelên azadîxwaz û mirovahiyê ye.Armanca komployê gelekî berfireh bû, dema ku hêzên serkêş ên komployê dest bi komployê kirin, ji komployê re plansaziyeke gelekî berfereh hatibû amadekirin.  Komplogeran bi komployê xwestin desthilatdariya xwe, serdema baviksalariyê, pergala xwe ya netewdewlet a nîjadperest û olperest bidin berdewamkirin. Ev yek bi berfirehî hatin nirxandin û dest bi komployê kirin. Komplogeran bi komploya navneteweyî armanc kirin ku paradîgmaya moderniteya demokratîk a Rêber Apo tune bikin."

FIKRÊN RÊBER APO TÊ WATEYA DAWIYA DESTHILATDARIYÊN FAŞÎST    

Şervan Mislim diyar kir ku Fikra Rêber Apo a ku di vê serdemê de hatiye pêşkêşkirin, fikr û felsefeyeke nûjen e û got: "Fikr û felsefeya Rêber Apo li dijî pergalên desthilatdar ên serdest re nêrîn û sentezeke nû ye.  Dewletên serdest jî desthilatdariya xwe li cîhanê ferz dikirin û li hemberî desthilatên faşîst û li beramberî zayendperestiyê jiyana azad hate pêşkêşkirin, li hemberî olperestîyê pirolî hate pêşkêşkirin, li beramberî netewperestî jî netewa demokratîk hate pêşkêşkirin. Fikr û felsefeya Rêber Apo tê wateya dawîya desthilatdariyên faşîst. Dewletên desthilatdar û hegemon li hemberî felsefeya Rêber Apo nikarin hebûna mayinde bikin û ev yek ji bo wan tirseke mezin e." 

RÊBER APO RÛYÊ QIRÊJ Ê HEGEMONIYÊ DERXIST HOLÊ 

Şervan Mislim destnîşan kir ku Rêber Apo ji aliyê dewletên hegemonîk ve ne tenê wekî şoreşgerekî tê pênasekirin û  fikr û felsefeya Rêber Apo jî gelekî mezin e, fikr û felsefeyeke wisa ye ku li dijî nîjadperestiyê ye û wiha got: " Mijara fikreke nû û azadkirina neteweyan ji bo dewletên hegemon tê wateya hilweşandina pergala wan û ew vê yekê weke gefekê dibînin ji bo xwe. Rêber Apo jî di serdema nû de bi şîroveyên xwe yên dîrokî û bi fikrên xwe yên nû, rûyê qirêj ê hegemoniyê derxist holê. Rêber Apo karîbû sîstema hegemon a ku ev 5 hezar sal in hebûna xwe didomîne têk bibe."

Şervan Mislim anî ziman ku pergalên faşîst jî li dijî fikra Rêber Apo derketin û xwestin wê fikrê tune bikin lê belê li hemberî fikr û felsefeya Rêber Apo bi ser neketin û ev yek anîn ziman: "Di her serdemên dîrokê de gelek fikr heya astekê hebûna xwe berdewam kirin û civakan jî  heya astekê ew fikr qebûl kirin. Lê belê êdî di serdema me ya nîjadperest, olperest û netewperest de ev yek ji aliyê civakan ve nayên qebûlkirin. Ew civak jî li benda altarnatîfekê ne, li benda kesayetekê ne ku derkeve û bikaribe tiştekî nû pêşkêş bike. Di felsefeyê de ev yek weke Serdema Kaosê tê binavkirin û di dîrokê de gelekî serdemên bi vî  rengî rû dane.  Pêwîstiyeke dîrokî ye ku kesek derkeve û sentezeke nû derkeve pêş. Di serdema me de ew fikr, fikr û felsefeya Rêber Apo bû. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo hemû civak dikarin bi hebûn, çand, ziman û nasnameya xwe di bin yek sîwanê de bi awayekî zad bijîn." 

Şervan Mislim got ku çawa Îbrahîm Xelîl erşê Nemrûd hejand, Rêber Apo jî erşê desthilatariyê û sîstema hegemoniyê hejand  û wiha pêde çû: "Fikr û felsefeya Rêber Apo ji desthilatdariyên faşîst re tirsek bû. Gelek şoreş çêbûn û serkêşên wan şoreşan dihatin girtin û ew şoreş di cih de dihat çewisandin. Lê belê şoreşa me di bingeha xwe de şoreşeke îdeolojîk e û şoreşa me her ku diçe berfirehtir dibe û ji asta gelê Kurd derket û gelek neteweyên cuda di nava vê şoreşê de cih digirin. Gelek fîlozofên navdar jî ji şoreşa bandor bûn û di nava felsefeya xwe de guhertin pêk anîn. Li gelek zanîngehan jî fikr û felsefeya Rêber Apo di dersan de tê dîtin û hînkirin. Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxuyaniyeke hevpar û bi dirûşmeya ‘’Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’’ li 74 navendên cîhanê kampanyayek hate destpêkirin û ev pêngav her ku diçe li seranserê cîhanê belav dibe û berfirehtir dibe."

Şervan Mislim got ku Rêber Apo ji bo tevahiya mirovahiyê derfetek e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hemû morovahî berpirsiyar e divê ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo hemû mirovahî li ber xwe bide. Fikr û felsefeya Rêber Apo li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava piratîkê de ye, li herêmê gelek pêkhateyên cuda bi ol, çand û zimanê xwe bi awayekî azad dijîn. Rêveberiya Xweser bedenek e ku rihê wê, paradîgmaya Neteweya Demokratîk û fikr û felsefeya Rêber Apo ye."