Fermandarê Giştî yê QSD'ê êrişa li Efrînê şermezar kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî teqîna roja Sêşemê ya li Efrînê şermezar kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî teqîna roja Sêşemê ya li Efrînê şermezar kir.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek weşand û got, "Ya ku li Efrînê qewimî êrişeke terorê ye ku divê bê şermezarkirin."
Ebdî got, "Di vê êrişê de gelek mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Li warê aştî û zeytûnê rûdana êrişeke wiha hovane, encameke siyaseta hilweşîner a dewleta Tirk e."