Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” salek li pey xwe hişt. Pêngava azadiyê Kurdistan û Tirkiyeyê derbas kir û bû pêngava kurevî. Çalakî û xwepêşandanên hatin lidarxsitin bandoreke mezin çêkirin.
Tecrîda li ser Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de bi radestkirina Tirkiyeyê re dest pê kir û di salên dawî de bi awayekî gelekî dijwar û girantir didome. Ji 25’ê Adara 2021’an heta 23’ê Cotmeha 2024’an ti agahî ji Rêber Apo nehat girtin. Bi astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran re hemû rêyên pêwendiyê hatin girtin. Di hiqûqa navneteweyî de ev rewş weke “incommunicado” ango ne agahînegirtinê tê pênasekirin. Bi vê boneyê dostên Kurdan bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de pênagava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest pê kirin. Pêngava azadiyê ji bo balê bikşînin ser temenê Rêber Apo bi awayekî hemwext li 77 cihên cuda yên cîhanê bi daxuyaniyên çapemeniyê hat destpêkirin. Di çarçoveya yekemîn sala pêngavê di sala 2024’an de gelek çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Me encamên çalakî û bandora wê ya salekê berhev kir.
ÇILE
* Çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger di 27’ê Mijdara 2023’an de dest pê kirin û tevahiya Çileyê berdewam kirin. Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazê dest bi berxwedanê kirin. Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li 6 bajaran Nobetên Adeletê dest pê kir.
* Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) di 8'ê Çileyê de kampanyaya şandina qertan hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji welatên weke Swîsre, Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Awûstûrya, Îngilistan, Swêd, Norwêc û Fînlandiyayê ji bo Rêber Apo re qert hatin şandin.
* Tevgera Ciwanên Şoreşger di 11’ê Çileyê de li navçeya Şêran a Kantona Firatê ya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist.
* Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê di 14’ê Çileyê de li Kobanê meş li dar xist.
* Bi boneya esareta Rêber Apo ya 25 salan, ji 25 herêmên cuda yên Bakurê Fransayê ber bi Strasboûrgê ve meşeke dirêj hat destpêkirin. Meşa ku di 22’yê Çileyê de ji Parîsê dest pê kir, di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bi dawî bû.
* Di çarçoveya pêngavê de li gel çalakkî û xwepêşandanan, gelek çalakiyên xwendina parêznameyên Rêber Apo hatin lidarxistin. Pêkhateyên Ereb ên li Şengalê di 25’ê Çileyê de parêznameyên Rêber Apo xwendin û nîqaş kirin.
* Komên çep-sosyalîst ên Tirk jî beşdarî çalakiya Nobeda Edaletê ya ku 26’ê Çileyê di çarçoveya pêngavê dhat destpêkirin, bûn.
* Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsre, Elmanya, Belçîka, Hollanda, Fransa, Yewnanistan, Hollanda, Fînlandiya, Swêd û Norwêcê 27’ê Çileyê daketin qadan. Hêrsa li hemberî tecrîdê anîn ziman û azadiya Rêber Apo xwestin.
* Di komxebata jinan a 28’ê Çileyê ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê hate lidarxistin de, biryar hat dayîn ku bi xurtî tevlî tevgerê bibin.
*Tevgera Jinên Azad a Şengalê (TAJÊ) di 28’ê Çileyê de li Şengalê çalakiya vedana kon li dar xist.
* Di 29’ê Çileyê de li Zanîngeha Sheffield a Îngilistanê têkildarî têkoşîna azadiya Rêber Apo civînek hat lidarxistin. Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê civîneke gel hat lidarxistin. Li Parîsê pankarta 'Freedom For Ocalan’ li Kuleya Eyfelê hat daliqandin.
SIBAT
* Di 1’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya Rêber Apo ji bajarên Qers û Wan ên Bakurê Kurdistanê ber bi Amedê ve meşiyan.
* Li bajarê Payerne ya Kantona Vaud a Swîsreyê di çarçoveya kampanya şandina qertan de roja 1’ê Sibatê bi dehan qert ji Rêber Apo re hatin şandin.
* Endamê Parlamentoya Kantona Cenevreyê Remy Pagani di 2’yê Sibatê de piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê ragihand û got ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
* Li paytexta Elmanya Berlînê û Hambûrgê di navbera 3-4'ê Sibatê de bi pêşengiya TekoJIN û TCŞ'ê meş hatin lidarxistin.
* Di 4’ê Sibatê de ji bajarê Solothurn ê Swîsreyê û bajarê Graz ê Awûstûryayê qert ji Rêber Apo re hatin şandin.
* Di çarçoveya kampanyaya “1000 qert ji Îmraliyê re” ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di 4'ê Sibatê de ji navçeya Esenyurtê ya Stenbolê qert hatin şandin.
* Li Stockholmê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK) û Meclisa Jinan a Amara di 7'ê Sibatê de çalakiya şandina qertan a ji bo Rêber Apo hat destpêkirin.
* Di 8'ê Sibatê de ji paytexta Yewnanistan Atînayê ji Rêber Apo re qert hatin şandin.
* Di 8'ê Sibatê de li bajarê Bilbao yê welatê Baskê konferansek hat lidarxistin.
* Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê di 9’ê Sibatê de stand hat vekirin û der barê tecrîdê de agahî hat dayîn.
* Li bajarê Kiel ê Elmanyayê di navbera 9-10'ê Sibatê de meşa 2 rojan hat lidarxistin.
* Di çarçoveya kampanyaya “1000 qertan bişînin Îmraliyê” de 10’ê Sibatê stand hat vekirin û ji Rêber Apo re qert hatin şandin.
* Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan hat lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin ser tecrîdê.
* Di 11’ê Sibatê de li paytexta Îngilistan Londonê ji Rêber Apo re qert hatin şandin û belavok hatin belavkirin.
* Bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst di 11’ê Sibatê de ji bajarê Basel ê Swîsreyê ber bi bajarê Strasbourg ê Fransayê ve meşeke dirêj hat destpêkirin.
* Girtiyên PAJK û PKK’ê di 12’ê Sibatê de diyar kirin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê heta piştî hilbijartinê dirêj kirine.
* Di 14’ê Sibatê de li Swîsre, Elmanya û Danîmarkayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
* Parlamentera Sînn-Feîn Francîe Molloy û berxwedêra Îrlandayê Bobby Sands di 3’yemîn Konferansa Kurd a 15'ê Sibatê li Londonê hat lidarxistin de axivîn û bal kişandin ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
* Li Fransayê di 22’yê Çileyê de Meşa Parîsê dest pê kir, Meşa Enternasyonalîst a ku di 11'ê Sibatê de li Baselê dest pê kir û Meşa Azadiyê ya ku di 9'ê Sibatê de li bajarê Mannheim ê Elmanyayê destpê kir, di 15'ê Sibatê de li Strasbourgê hatin ba hev.
* 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî li banliyo Villiers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê bi meşeke girseyî û li Toulouse jî bibi mîtîngekê hat protestokirin.
* Di 17’ê Sibatê de li bajarên Minbic û Şedadê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya îmzeyan hatin destpêkirin.
* Mîtînga dîrokî ya 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ku bi sed hezaran kes tevlî bûn, hêrsa li dijî komployê anîn ziman û ji bo Rêber Apo azadî xwestin. Bi vê çalakiyê re pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kete qonaxeke nû.
* Kurdistanî û dostên wan ên Londonê di 18’ê Sibatê de Komploya Navneteweyî şermezar kirin.
* Di 24’ê Sibatê de li Cenevreyê konferansek hat lidarxistin û bal kişandin ser hevkariya hêzên navneteweyî ya di avakirin û birêvebirina pergala êşkenceyê ya Îmraliyê.
* Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê di çalakiya 27'ê Sibatê ya li Strasbourgê de hatin ba hev, diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.
* Dîsa di çalakiya bi pêşengiya TJK-E’yê ya 27’ê Sibatê li Strasbourgê hat lidarxistin de hat gotin, “Tecrîda li ser Rêber Apo sûcê mirovahiyê ye.” Peyama “Rêbertiya me xeta me ya sor e” hat dayîn.
* Li bajarê Tebqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan komxebatek bi navê ‘Bi tezên azadiyê re Şoreşa Jinê’ li dar xist.
ADAR
* Di civîna çapemeniyê ya 1'ê Adarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê de hat ragihandin ku pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” derbasî qonaxeke nû bû.
* Platforma Gelan û Baweriyan a Mezopotamyayê 2’yê Adarê pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.
* Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ragihand ku di kampanyaya 9’ê Sibatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin heta 3’ê Adarê 1,5 mîlyon îmze hatine komkirin.
* Li paytexta Elmanya Berlînê jinên Kurd û enternasyonalîst bi wesîleya 8'ê Adarê qert ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
* Peyamên ‘Ji Rêber Apo re azadî’ mohra xwe li çalakiyên 8'ê Adarê yên bi pêşengiya jinên Kurd hatin lidarxistin, xist
* Li hemû qadên Newrozê bi yek dengî azadiya Rêber Apo hat xwestin.
* Di 25’ê Adarê de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê jinan qert ji Rêber Apo re şandin.
NÎSAN
* Kurdistanî bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ tevlî meşa Paskalyayê ya 1'ê Nîsanê ya li Bernê hat lidarxistin, bûn.
* Di tevahiya meha Nîsanê de li Kurdistan û cîhanê çalakiyên xwendina Rêber Apo hatin lidarxistin.
* Girtiyên PKK û PAJK'ê 3’yê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan berxwedana greva birçîbûnê veguherandine çalakiyên derneketina dadgeh, telefon û hevdîtina malbatan.
* 4’ê Nîsanê 75’emîn rojbûna Rêber Apo li cîhanê hat pîrozkirin. Hêrsa li hemberî tecrîda girankirî derket pêş û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat xwestin.
* Di 5'ê Nîsanê de li paytexta Elmanya Berlînê pirtûka bi navê 'Azadî wê bi ser bikeve' ku jiyana Rêber Apo vedibêje, hat nasandin.
* Di çarçoveya pêngavê de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di 6'ê Nîsanê de kampanyaya "Hezar jin, yek deng" da destpêkirin. Bi hezaran jinên ji netewe, erdnîgarî û gelên cuda bi peyamên sînevîzyonê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
* Ciwanên enternasyonalîst li bajarê Lleida yê Spanyayê çalakiya xwendina pirtûkê li dar xistin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
* Bi meşa 11’ê Nîsanê ya li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê re, banga rêze çalakiyên ku di navbera 15-19’ê Nîsanê de li Strasbourgê bên lidarxistin, hat kirin.
* Li bajarê Draguignan ê Fransayê standa pirtûkên Rêber Apo hat vekirin, çalakiya xwendina pirtûkan hat lidarxistin. Li standê nêzî 60 pirtûk û derdora 250 broşur hatin belavkirin.
* Kurdistanî û dostên wan ên di 15’ê Nîsanê de li ber Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê li hev civiyan, bi daxwaza rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
* TJK-E li dijî tecrîda li Îmraliyê di 19’ê Nîsanê de bi daxuyaniya “Em jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin” kampanyaya şandina nameyan ji CPT’yê re da destêkirin.
* Însiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ragihand ku ew ê 3 milyon û 699 hezar îmzeyên ku di encama kampanya îmzeyan a di 4'ê Nîsanê de komkirine radestî Yekîtiya Ewropayê (YE) bikin.
* Di komxebatên 'Jin û Rêbertî' de ku di navbera 19-21'ê Nîsanê de li gelek bajarên Swîsreyê hatin lidarxistin, guhertina ku Rêber Apo di têkoşîna jinê de daye afirandin, hat nîqaşkirin.
* Xebatkarên Çand û Hunerê yên Kurd ên Ewropayê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di 22’yê Nîsanê de daxuyaniyek dan, peyama “Roj roja rabûna ser piyan, berxwedan û yekîtiyê ye” dan.
* Di meşa li dijî polîtîkayên şer a li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, bal kişandin ser tecrîda sîstematîk a li ser Rêber Apo tê meşandin.
* Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi pêşengiya sazî û kesayetên dost ên Yewnan bi daxwaza azadiya Rêber Apo meş hat lidarxistin.
GULAN
* Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di çalakiya 3’yê Gulanê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin.
* Endamên TCŞ’ê di 8’ê Gulanê de li bajarê Hamburg ê Elmanyayê stand vekirin. Di standê de pergala tecrîd, êşkence û qirkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin eşkere kirin.
* Endamên meclisên jinan ên li bajarên Mainz, Wiesbaden û Bingen ên Elmanyayê xebatên xwe dimeşînin, di 14'ê Gulanê de bi sedan name ji CPT'yê re şandin.
* Jinên di 15’ê Gulanê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û bang li Konseya Ewropa û CPT’ê kirin.
*Li Parlamentoya Eyaleta Aragon a Spanyayê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin, hat diyarkirin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek navneteweyî ye û banga hestiyar û berpirsyariyê hat kirin.
* Meclisa Jinên Ereb jî beşdarî kampanya "Rêber Apo mêvanê mala we ye" ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad a Êzidî (TAJÊ) ve di 21'ê Gulanê de li Şengalê hatibû destpêkirin, bû.
* Partiya Soraya Demokratîk bi Însiyatîfa ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî re hevdîtin pêk anî û ragihand ku ew amade ne berpirsyariya gelê Suryanî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk bînin.
* Li 5 navendên Skandînavyayê di çarçoveya pêngavê de çalakî hatin lidarxistin û pergala Îmraliyê hat eşkerekirin.
* Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin.
* Di 29’ê Gulanê de parlamenter û senatorên Partiya Kesk û Çep a Îtalyayê têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji Serokê CPT’yê Dr. Alan Mitchell re name şandin û jê xwest ku demildest şandeyekê bişîne Îmraliyê.
* Di 29’ê Gulanê de siyasetmedar û 26 kesên ji pîşeyên cuda yên li Swîsreyê têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji Serokê CPT’yê re name şandin û xwestin ku demildest şandeyekê bişîne Îmraliyê.
HEZÎRAN
* Kurdistanî û dostên wan di 1’ê hezîranê de li Elmanya, Awûstûrya, Swîsre, Fransa, Danîmarka, Swêd, Norwêc, Îtalya û Belçîkayê hêrsa xwe anîn ziman û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
* 99 navdarên li Elmanyayê di 3’yê Hezîranê de ji CPT'yê re namenivîsandin û gotin, "Em daxwaz dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û der barê rewşa wî ya tenduristiyê de agahî bigirin."
* Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê pêşengeha 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' hat vekirin.
* Kurdistanî û dostên wan di 8'ê Hezîranê de li gelek navendên Fransayê daketin qadan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin.
* Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 rojan dewam kir.
* Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêngavê de 12’ê Hezîranê meşek hat lidarxistin û tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin.
* Di navbera 15-22'ê Hezîranê de bi dirûşma "Rojên Diyalogê" li Fînlandiya, Swêd, Fransa, Elmanya, Katalonya, Yewnanîstan, Îtalya, Swîsre, Kolombiya, Qibris, Belçîka, Îngilistan, Polonya, Slovenya û Kenyayê pirtûkên Rêber Apo hatin nasandin, nivîsên Îmraliyê hatin xwendin, der barê tecrîda li Îmraliyê de standên agahdarkirinê hatin vekirin; konferans, panel, şano û mîtîng hatin lidarxistin.
* Ciwanan li qada Kuleya Eyfelê ya li paytexta Fransa Parîsê û li perava Vîaport a Marsîlyayê stand vekirin, behsa paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û pergala qirkirina Îmraliyê eşkere kirin.
* Di 25-26’ê Hezîranê de li Ewropa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin. Li Londonê dosyaya tecrîdê radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin. Ji Luzern û Lokarnoyê têkildarî tecrîdê ji CPT re name hatin şandin.
TÎRMEH
* Di 19’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan a 1'ê Tîrmehê ku li Londonê hat lidarxistin de peyama "Em ê di xeta Bêrîtan û Zîlan de Rêber Apo azad bikin" hat dayîn.
* Girtiyên PKK û PAJK'ê têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê di 3’yê Tîrmehê de daxuyanî dan û gotin, "Em çalakiya heyî temam dikin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, em ê bi çalakiyên cuda beşdarî pêngavê bibin. Em bang li gelê dikin ku ji bo Rêber Apo li ber xwe bidin.”
* Endamên (TekoJIN) û jinên ciwan ên enternasyonalîst di çarçoveya pêngavê de 4-7'ê Tîrmehê li Strasbourgê atolye, şano, daxuyaniyên çapemeniyê û gelek çalakî li dar xistin.
* TJK-E’yê di 9’ê Tîrmehê de daxuyanî da û diyar kir ku 20 hezar jin li dijî tecrîdê ji CPT’yê re name şandine û bang li CPT’yê kir ku erka xwe pêk bîne.
* Li kantonên Cizîr û Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10’ê Tîrmehê de ji bo azadiya Rêber Apo meş û mîtîng hatin lidarxistin.
* Li bajarên Basel ê Swîsre û Munîh ên Elmanyayê di 12’ê Tîrmehê de stand hatin vekirin û der barê tecrîdê de agahî hatin dayîn.
* Li paytexta Fransa Parîsê meşek hat lidarxistin.
* Çalakiyên “Deng bide azadiyê” hatin destpêkirin. Xizmên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan li ber zindanan kom bûn û diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedana wan bidome.
* 16’ê Tîrmehê li navenda Çapemeniya ARD’ê ya Berlînê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin.
* 69 rewşenbîr, nivîskar û zanyar ên xelatgirên Nobelê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û nakokiyên di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
TEBAX
* Di mîtînga 1'ê Tebaxê ya li Berlînê de banga tevkariya cîhanê hat kirin.
* Di 14’ê Tebaxê de li bajarê Qamişloyê komxebata têkildarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin, hat lidarxistin.
* Mihrîcana ku her sal di di 16’ê Tebaxê de li bajarê Brescia tê lidarxistin, rojek ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat veqetandin.
* Di 22’ê Tebaxê çarçoveya “Rojên xwendina Rêber Apo” de li gelek navendên Bakurê Kurdistanê parêznameyên Rêber Apo hatin xwendin.
* Ciwanên endamên Teko-JIN’ê di 31’ê Tebaxê de ji bajarê Lozan ê Swîsreyê heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê meşiyan.
ÎLON
* Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di 2’yê Îlonê de ragihand ku ew ê bi pêngava 'Tîrêjên Rojê' pêngava kurevî derbasî qonaxeke nû bikin.
* Jinên TJK-E di 4'ê Îlonê de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û diyar kirin ku çalakiya 'Tîrêjên Rojê' wê heta 12'ê Cotmehê bê navber bidome.
* Di 7’ê Îlonê de li bajarên Berlîn û Dusseldorf ên Elmanyayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meş û mîtîng hatin lidarxistin.
* Di 15'ê Îlonê de li paytexta Belçîka Brukselê di çarçoveya "Rojên Diyalogê" de paradîgmaya Rêber Apo hat xwendin û nîqaş hatin kirin.
* 4’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersîm bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” li bajarê Marsîlya yê Fransayê hat lidarxistin.
* Jin di çarçoveya kampanya 'Tîrêjên Rojê' de 15’ê Îlonê li bajarê Strasbourg ê Fransayê li hev civiyan û bang li saziyên Ewropayê kirin ku erka xwe ya li hemberî Îmraliyê pêk bînin.
* Ciwanên ku di 16’ê Îlonê de ji bajarê Bielefeld ê Elmanyayê dest bi meşê kirin, heta bajarê Duisburg ê Elmanyayê meşiyan.
* 32’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya Frankfurtê ji bo azadiya Rêber Apo hat lidarxistin.
* Di çarçoveya çalakiyên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ji 29’ê Îlonê heta 10’ê Cotmehê hatin lidarxistin de li Hamburgê 'Maratona Ji Abdullah Ocalan re Azadî' hat lidarxistin.
COTMEH
* Ji meha Cotmehê ve bi wesîleya 1’emîn salvegera pêngavê biryar hat dayîn ku di navbera 1-11’ê Cotmehê de li çaraliyê cîhanê çalakiyên cîhanî bên lidarxistin.
* Kolektîfa Jinan di 1'ê Cotmehê de li bajarê Soto De Real ê Spanyayê semîner li dar xist.
* Li welatên Amerîkaya Latîn di navbera 1 û 11’ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin.
* Rêxistina Ciwanên Azadîxwaz ên Katalonyayê (BATZAC) bang li xebatkar û aktîvîstên xwe kir ku tev li çalakiyê bibin û xwedî li pêngavê derkevin.
* Di 2’yê Cotmehê de li paytexta Swîsre Bernê di çarçoveya ‘Tîrêjên Rojê’ de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
* Di çalakiya vedana kon a ji aliyê Meclîsa Gel a Bodensee ya li Elmanyayê ve hat lidarxistin de Komploya Navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê hatin protestokirin.
* Ciwanên Kurdistanî yên li Fransayê (CKF) 3’yê Cotmehê li Marsîlyayê meş û mîtîng li dar xistin.
* Pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê li standa Aaraû ya Swîsreyê hat eşkerekirin.
* Di çarçoveya pêngavê de li Yewnanistan û Awûstûryayê çalakî hatin lidarxistin, komplo û tecrîd hatin şermezarkirin.
* Di 4’ê Cotmehê de li çalakiya Dayikên Plazo De Mayo ya Arjantînê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.
* Di çarçoveya çalakiyên salvegera pêngavê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiya 'Şeva enternasyonalîst û çandî' hat lidarxistin. Li paytexta Îngilistan Londonê pirtûkên Rêber Apo hatin nasandin.
* Li herêma Galizia ya Spanyayê ji aliyê ciwanan ve panel û semîner hatin lidarxistin û li ser 'Konfederalîzma Demokratîk û Kurd' nîqaş hatin kirin.
* Komploya Navneteweyî di 5’ê Cotmehê de li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat xwestin.
* Di 5 û 6’ê Cotmehê de li Îngilistan, Belçîka, Yewnanistan, Swêd, Swîsre, Awûstûrya, Elmanya, Fransa û Katalonyayê li dehan navendan çalakî hatin lidarxistin.
* Li Londonê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve meşeke dirêj a 3 rojan hat lidarxistin. Meşvanan gotin, "Rêber Apo wê azad bibe, komploger wê têk biçin."
* Komploya Navneteweyî di 8’ê Cotmehê de li Awûstralya, Portekîz, Elmanya, Swêd û Fînlandiyayê hat şermezarkirin.
* Di 9’ê Cotmehê de Konfederasyona Navbera Sendîkaqayan û Konfederasyona Karkerên Giştî ya Katalonyayê diyar kirin ku ew di pêngava azadiyê ya kurevî de bi israr in û gotin, “Nabe ku em hemberî destserkirina azadiya gelên ku ji bo cîhanek çêtir têdikoşin bêdeng bimînin."
* Yekîtiya Sendîqayên Karkerên a welatê Baskê (LAB) got, "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke sereke ye."
* Di çarçoveya Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê de li gelek deverên cîhanê çalakiyên vekirina standan, xwendin, pêşandanên wêneyan, mîtîng û meşan domiya. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd hat nasandin û ji Amerîkaya Latîn heta Ewropa, ji Awûstralya heta Rojhilata Navîn li gelek navendan komplo hat şermezarkirin.
* Di 11’ê Cotmehê de Yekîtiya Kongreya Sendîkayên Skotlandê (STUC) ji Wezîrê Karên Derve David Lammy re name şandin û gotin, “Ji bo Abdullah Ocalan têkevin nava liv û tevgerê.”
* Di çarçoveya Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê de jin û zarokên Afrîkaya Başûr çalakî li dar xistin û helbest xwendin.
* Di çarçoveya pêngavê de li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê konferans hat lidarxistin.
* Jinên ciwan ên Îtalyayê ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan.
* Li bajarê Kassel ê Elmanyayê 18’ê Cotmehê meşek hat lidarxistin.
* Di 19’ê Cotmehê de li Kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek ji pirtûk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat, hat vekirin.
* Di 20’ê Cotmehê de li Meksîka, Arjantîn û Kolombiyayê çalakiyên bi daxwaza azadiya Rêber Apo hatin lidarxistin.
* Li Parîsê bi dirûşma "Li dijî Komploya Navneteweyî têkoşîna navneteweyî" konserek hat lidarxistin.
* TJK-E'yê ragihand ku ew ê ji bo pêkanîna biryarên ji bo Rêber Apo di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de hatine girtin têbikoşin û diyar kir ku ew ê ji 21’ê Cotmehê û pê ve ji bo Konseya Ewropayê kampanyaya nameyan bidin destpêkirin.
* Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di 24’ê Cotmehê de li li ber avahiya rojnameya herêmî ya Bern ê Swîsreyê çalakî li dar xistin.
* Li Katedrala Notre-Dame ku cihê herî girîng û dîrokî yê Strasbourgê ye posterê Rêber Apo û alên PKK'ê hatin daliqandin.
MIJDAR
* Di 1'ê Mijdarê de li Strasbourgê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin.
* Di 2’yê Mijdarê de li Stockholm û Malmoyê mîtîng û meş hatin lidarxistin.
* Endamên TCŞ'ê li Hambûrgê meşiyan û gotin: “Dema azadkirina Rêbertiyê hatiye.”
* Li qada li stasyona trenê ya li paytexta Norwêc Osloyê konserek hat lidarxistin.
* Di meşa ku li herêma Alsace ya Fransayê hat lidarxistin de hat gotin, "Azadiya Rêberê me azadiya me ye.”
* Endamên TCŞ’ê di 6’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber Apo li Berlînê stand vekirin.
* Di 10'ê Mijdarê de bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan ên ji çar aliyên Brîtanyayê hatin Londonê û bi gotina, "Muzakerevanê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye" meşiyan. Peyama “Dê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û Rêber Apo azad bibe” da.
* Di 13’ê Mijdarê de bi pêşengiya gelek sazî, rêxistin û kesayetên li Amerîkaya Latîn ji bo azadiya Rêber Apo kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
* Bi hezaran kesên beşdarî meşa li Helebê bûn, hêrsa xwe ya li dijî tecrîdê anîn ziman û azadiya Rêber Apo xwestin.
* Kolektîfa Ciwanên Enternasyonalîst li Lozana Swîsreyê pirtûka Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo xwend û nîqaş kirin.
* Kurdistanî û dostên wan ên ku di 16'ê Mijdarê de cara duyemîn li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hatin ba hev, peyama "Em ji çareseriya bi rûmet û demokratîk re amade ne" û "Îmralî mifteya çareseriyê ye" dan.
* Di mîtînga 17'ê Mijdarê ya li Êlihê ya bi navê "Demokrasî û Azadî" de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat xwestin.
* Di kongreya Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edaletê de ku dawiya hefteyê li Buenos Airesê hate lidarxistin, şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd tê meşandin hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin.
KANÛN
* Îmzeyên ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re' hatin komkirin, ji aliyê şandeyekê ve radestî Wezareta Karên Derve ya Arjantînê hatin kirin.
* Nobeta ji bo azadiya Rêber Apo, tevahiya salê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê û li ber saziyên Ewropayê yên li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam kir. Di çalakiyên her hefte tên lidarxistin de tecrîd şermezar kirin.