'Erdogan hewl dide guhertina demografiyê mayinde bike'

Evîn Cûma anî ziman, ku Erdogan dixwaze beşek ji penaberan bişîne xaka Kurdan a ku dagir kiriye û demografiyê bi rengekî mayinde biguherîne. Evîn Cûma got, "Ev yek hem li dijî qanûnên navneteweyî ye hem jî wê şerê li herêmê girantir bike."

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma daxuyaniya Erdogan nirxand ku digot, "Em projeyekê amade dikin ku milyonek Sûriyeyiyan vegerînin."

Evîn Cûma diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan li dijî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ye û got, "Li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî, eger hûn penaberan li welatê jê hatine vegerîne, divê hûn bişînin bajar û malên jê hatine. Ya duyemîn; li Sûriyeyê şer hînê neqediya ye. Mirovên ku ji ber şer reviyane û penaber bûne, vegerandina wan li herêma şer li dijî qanûnên navneteweyî ye. Erdogan jî dixwaze van mirovan bişîne herêmên Sûriyeyê yên ku bi xwe dagir kiriye. Ev xak û cihê ku ew mirov lê bêne bicihkirin ne yê wan mirovan e; yê gelê ku ji ber Erdogan bi zordarî koçber bûne. Hûn ê rabin hinekan bînin li şûna hinekî din bi cih bikin. Ev yek vegera xwezayî ya penaberan nîne. Sûc e."

'DIXWAZE DI NAVBERA GELAN DE ŞER DERXÎNE'

Evîn Cûma ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê û muxalefeta dewletperest bi zexta li penaberan hewl dide penaberan bişîne herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û got, "Em li ser çapemeniyê dibînin bê zexteke çawa li Sûriyeyiyan tê kirin. Kesên ku dixwazin li Sûriyeyê vegerînin, bi zorê hewl didin vegerînin. Li dijî Sûriyeyiyan êrişên nijadperestî têne kirin, dewlet bi xwe hinek ji van êrişan teşwîq dike. Lewma ev projeya Erdogan li dijî qanûnan e, li dijî exlaqê ye. Dema ku hûn rabin civakekê li şûna hinekî din bi cih bike, hingî di navbera gelan de dibin sedema nakokiyan. Ji ber ku ev herêma hûn tînin ne ya wê civakê ye. Xwediyê herêmên dagirkirî heye, mirovên ji herêmên dagirkirî hatine koçberkirin hene, piraniya wan jî Kurd in. Bi vî rengî dixwazin di navbera Kurdan û Ereban de şer derxînin."

'DEMOGRAFÎ TÊ GUHERTIN'

Evîn Cûma ragihand ku yekane armanca bingehîn a bicihkirina penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê li herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî guhertina demografiyê ye.

Evîn Cûma got, "Di dema rejîmê de ji xwe bi vî mejî Kembera Ereb hate danîn. Gelek xakên Kurdan radestî Erebên ji Reqa, Dêrazorê û herêmên mîna wan hatin kirin. Bi vê kiryarê re demografî hatibû guhertin.

Dewleta Tirk ji xwe di serî de li Efrînê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî guhertineke demografîk kiriye. Niha jî qala anîna milyonek mirovî dike. Dixwaze van mirovan li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Ezazê bi cih bikin û guhertina demografîk mayinde bikin."

'DIXWAZE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BI SER TIRKIYEYÊ VE BIKIN'

Evîn Cûma destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze herêmên dagirkirî desteser bike û got, "Armanca Tirkiyeyê n e tenê guhertina demografiya herêmên dagirkirî ye. Dixwaze gelek herêman bi ser Tirkiyeyê ve bike. Çand, ziman, aborî û saziyên li van herêman hemû guhert. Mînak, tevî ku bajarên Sûriyeyê ne li van deveran bikaranîna pereyê Sûriyeyê qedexe ye. Pereyê Tirk tê bikaranîn. Înterneta Sûriyeyê hatiye birîn, înterneta Tirkiyeyê tê bikaranîn. Av, elektrîk hemû ji Tirkiyeyê tên dayin. Li Efrînê bi lêkirina dîwar re ji herêmên din ên Sûriyeyê qut dike. Her wiha li herêmên dagirkirî perwerde bi zimanê Tirkî û Erebî tê dayin, lê Erebî jî di asta duyemîn de tê dayin, bi giranî Tirkî derdixînin pêş. Ala Tirkan bi her derê ve kirine."