Enternasyonalîstê DYE'yî: Tenê têkoşîna dijî DAÎŞ'ê têrê nake

Enternasyonalîstê DYE'yî Van Spronson destnîşan kir ku têkoşîn divê ne tenê dijî DAÎŞ'ê, her wiha dijî faşîzma Tirk jî be û ji bo wi fersend e ku tevlî nav refên YPG'ê bûye.

Enternasyonalîstê DYE'yî Sîpan Van Spronson got grîng eku mirov li nav wî gelî bijî ku biryar li ser daye ne li nav pergalê lê bi vî rengî bijî.

Yek ji kesê ku şoreşa Rojava bandor li ser kirî Sîpan Van Spronson ê Emerîkî ye, ku beriya bi 15 mehan hatiye Rojava. Spronson go, ''Ji bo ku min ji şoreşa vir û îdeolojiya Tevgera Azadiyê bawer kir hatim vir. Ez bawerî bi demokrasiyeke wiha tînim ku xwe li ser azadbûna jinan ava kiriye, her wiha ez bawer dikim divê gelên Rojhilata  Navîn ji faşîzma DAÎŞ'ê û Tirk were parastin.

Van Spronson bi zor karîbû vebêje ku dema hatî Rojava çi jiyaye û wiha got :''Hîseke wiha ya têr û tije ya azadiyê hebû, ji bo min girîng bû ku bi wan hevrêyan re bim ku me dizanî em ji bo eynî sedemê şer dikin. Di nav civakê de jî nêzîkatiya demokratîktir û azadtir derkete holê. Bi rastî jî bêham bû ku mirov li nav civakeke wiha be ku ne li nav pergalê lê biryar li ser dabû ku wiha bijî.''

Spranson wiha behsa tevlêbûna nav refên YPG'ê kir. ''Ji bo min tevlêbûna nav YPG'ê pir hêja ye û bihayê wê nayê pîvan. Ji bo min fersend bû ku li dijî şêwazeke jiyanê ya hov û zextê, li dijî fikra milliyetgirî, dîngirî, yek reng, yek gel, yek ala tevlî tevgereke wiha bûm ku ji bo jiyaneke xweser û ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan têdikoşe.

Spronson diyar kir nêzîkatiya ekolojîk a Rojava bandor li ser kiriye û wiha domand: ''Di nav vê tevgerê de nêzîkatiya li ekolojiyê pir girîng e. Ez mirovekî ciwan li ser bobeletên guherîna avûhewayê û bobeletên ji ber vê difikirim. Di nêzîkatiya ekolojîk de ya li vê derê ji çar aliyên cîhanê mirovan dikişîne vir. Li dijî mezaxtina kapîtalîst parastina derdorê dide pêş.''


Enternasyonalîstê Emerîkî bang li gelên Emerîka û Ewropayê kir, got, ''Dema me teng dibe'' û domand, ''Dema rehetiyê qediya. Heke jidil em giringî didin azadî, wekheviya sereke û demokrasiya sereke êdî em bi kirinê yên din nikarin bawer bin. Divê em bi destê xwe vê bikin. Heke li ser hîmê şoreşgerî em ji xwe re mirov dibêjin, dema xebat û kirinê ye. Hûn ne mecbûr in tevlî hêza leşkerî bibin lê êdî hûn nikarin hevkarê sûc bin.''

Spronson bal kişande ser têkoşîna dijî DAÎŞ'ê û wiha got: ''Têkoşîna dijî DAÎŞ'ê hê jî didome. Hikûmeta Emerîkayê gelek caran raporan belav dike û dibêje wan DAÎŞ têk biriye. Ev ne rast e. Ev têkoşîna bi hêzên azadiyê yên vir didome. Hê jî şaneyên wan hene ku serê sivîlan jêdikin û êrîşên tundrew ên hêwilnak tînin. Tişta ku divê were fêhmkirin heke karek dest pê kiribe divê were qedandin. Weke berê ne tenê dijî DAÎŞ'ê her wiha divê mirov li dijî OSO û komên dî yên cîhadî jî şer bike ku dewleta Tirk destek did wan. Divê were fêhmkirin şerê dijî DAÎŞ'ê didome û heta dawî divê mirov şer bike.''

Ji bo ku DYE li ser wê meylê ye ku ji bîr bike gelê herêmê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de çawa bi roleke mezin rabûye Van Spronson li dijî vê helwest nîşan da û got artêşa Emerîkayê li Efrîn û Serêkaniyê rê li dagirkeriya Tirk vekiriye.