Enternasyonalîst Ertl: Rojava mînak e
Enternasyonalîst Argala Ertl ku sala 2021'ê ji Spanyayê hat Rojava, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava mînakek ji demokrasiya radîkal e.
Enternasyonalîst Argala Ertl ku sala 2021'ê ji Spanyayê hat Rojava, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava mînakek ji demokrasiya radîkal e.
Enternasyonalîst ê Spanî Argala Ertl ji ANF'ê re qalê kir bê Şoreşa Rojava çawa bala wî kişand û çima hat Rojava.
Ertl ê 33 salî ku ji Madrîdê ye, wiha axivî: "Fikrê min ê li ser Rojava beriya 10 salan bi şoreşê, xweseriyê û xwerêveberiyê xurtir bû. Rojava mînakeke ji demokrasiya radîkal e. Şoreşa li Rojava gelekî nêzî min bû, min bar kir vir û Rojava li cihê wê tecrûbe kir. Mixabin li bajarê min, li Madrîdê agahiyên li ser Şoreşa Rojava gelekî kêm in. Tevgera siyasî ya herî zêde nêzî şoreşê ye, anarşîzm e. Sendîkaya CNT (Confederación Nacional del Trabajo / Konfederasyona Karkeran a Neteweyî) ew sendîka bû ku ez lê dixebitim. Lê belê niha devera herî zêde em têkildarî şoreşê xwedî agahî ne Katalonya ye."
REFERANSA JI BO FEMÎNÎSTAN
Argala Ertl destnîşan kir ku Rojava ne tenê ji bo jinan, ji bo jin û mêran, ji bo gelek komeleyên femÎnÎst referans e û wiha dewam kir, "Rastiyeke ku şaredarî, kooperatîf, dibistan hene ku wekheviya jin û mêr lê bi cih bûye. Gelek kooperatîf hatine avakirin ku kar lê wekhev e, mirov bi qasî ku kar kar dike, bi qasî pêwîstiyên xwe kom dike. Ev yek ji bo gelek welatên Ewropayê mînak e, ku kapîtalîzma hov li wir mirovan tune dike."
BANDORA ABDULLAH OCALAN
Argala Ertl got, "Îdeolojiya Serok Apo di nava jiyana min de, di nava tevgerên ku em hewl didin hawirdorparêzî, şaredarî û xweseriyê ava bikin, girîng e" û li ser bandora li wî jî got, "Ocalan ji bo min tê wateya teslîmnebûna li sîstema kapîtalîst e."