Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hat eşkerekirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelef 23’yê Çileyê şehîd bû.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê wan Mihemed Xelef 23ˈyê Çileyê dema erka xwe bi cih dianî ji ber krîza dil şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê de "Şehîd Mihemed Xelef di pêkanîna wezîfeya xwe de mînaka dîsîplîn û dilsoziyê bû. Navê wî li rûpelên navên kesên ku canê xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe dane, were tomarkirin. Bila serê malbata şehîd Mihemed, hevalên wî û gelê me sax be."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Mihemed Xelef

Navê Dayikê: Enûd

Navê bav: Xelîfe

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Beyder, 14 Gulan 1981

Cih û dîroka tevlîbûnê: Sêgir, 18 Îlon 2016

Cih û dîroka şehadetê: Dirbêsiyê, 23 Çile 2025.