Encamên hilbijartina konseyê ya Efrîn û Şehbayê hatin eşkerekirin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê encamên hilbijartinê ya ji bo nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Efrîn û Şehbayê eşkere kir. 

Beriya du rojan ji bo nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Efrîn û Şehbayê hilbijartin hatibûn kirin, Komîseriya Bilind a Hilbijartinê jî encamên hilbijartinê eşkere kir. Li gorî encaman ji Efrînê 14 û ji Şehbayê jî 10 kes ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin.

Navê kesên ji Efrînê hatine hilbijartin wiha ne; Silêman Cafer, Bekir Elo, Faiq Ehmed, Israfîl Bakîr Mustefa, Ebdulhemîn Bekirî, Arif Şêxo, Ehmed Silêman Kobik, Muşîra Mele Reşîd, Bêrîvan Xelîl, Hêvîn Hisên, Fatima Lekto, Şêraz Hemo, Xelûx Îsmet ve Gulê Cemo.

Navê kesên ji Şehbayê hatine hilbijartin jî wiha ne; Nedîm Nesan, Mihemed Ehmed Xidor, Ehmed Hemdo, Hamid Rustem, Werda Şêxo, Eyşa Hisên, Medya Hemdek, Selwa Ecac, Melek Hisên ve Mihemed Weysî.

Tê payîn ku di rojên pêşiya me de hilbijartina Meclîsa Rêveber û Meclîsa Zagonsaz ya Efrîn û Şehbayê were kirin.