BI DÎMEN

'Em hene û em ê hebin'

Gelê Kantona Firatê diyar kir ku li hemberî her cûre qirkirin û komkujiyan ew hene û ew ê her hebin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê a Kantona Firatê Bêrîvan Ismaîl ve hat xwendin û têde hat gotin ku kes nikare wan tune bike, ew hene û ew ê her hebin.

Berferehiya daxuyaniyê wiha ye:" Em weke gelê Kantona Firatê êrîşa li ser herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê û bi taybet li ser bendava Tişrînê şermezar dikin. armanca me ya çûna Bendava Tişrînê ew e ku em bikaribin Bendava xwe ji hemû cûre êrîşan biparêzin. Şervanên me li wir berxwednaiyê dikin, ew bi rola xwe ya exlaqî û parastinî radibin. Em jî li wir bûn û me parastina Bendava xwe dikir. Lê dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hov konvoya gel ya li Bendavê bi êrîşeke nemerdan, êrîş kirin. bi dehan gelê me şehîd bûn, bi dehan jî ji wan birîndar bûn. em weke gelê li vir ji raya giştî re wiha dibêjin, ewqasî komkujî li gelê me li wir tê kirin, lê hemû civaka navnetewî jî çavê xwe li hemberî wê yekê kor kirine.

Her kes li hemberî wê yekê bê deng û bê bersivin. Rojane dayîk û gelê me tê hedefgirtin, ambulansên me tên hedefgirtin. Bendava me di xeteriyê de ye, divê em bendava xwe biparêzin. Silogana gelê me silogana azadiyê û aşitiyê bû. ew gelê Bakur û Rojhilatî Sûriyeyêber bi bendavê ve çûn, ji bo kehrebe û ava xwe çûne û ji bo parastina bendavê ji ruxandinê çûne.

Ji 2014`an ve dewleta Tirk êrîşî destkeftiyên gelan dikin. ew dixwaze ji gelê Kurd tola têkbirina DAÎŞ hilîn in. bi hemû riyan êrîş dike, bi riya balafirên şer bi rengekî hov êrîş dikin. di kîjan qanûnên cîhanê de ev yek tê qebûlkirin ku gelê me bên armancgirtin. Hevalên me rojane tên hedefgirtin li bendava tişrînê. Dayîk û bavên me zarokên xwe yên hîna nameşin li pey xwe hîştine, lê dîsa jî şehîd bûn, mesajana me ew e ku em behsa aşitiyê dikin, gelê me bê parastin namîne, em ê jî parastina gelê xwe bikin.

Bi hilweşandina rêjîma Sûriyeyê, qaşo me got êdî wê desthilatdarî têk here û pr rengî be, em jî hêvî ne ev yek têkeve meriyetê, em bang dikin ku sala 2025`an bibe sala aşitiyê. Ew projeya ku pir renge qebûl nakin. Em jî ji van êrîşan tune nabin. Qaşo hiquq navnetewî hene, lê dewleta Tirk a dagirker wê jî binpê dike. em jî ji gelê xwe û ji raya giştî em dibêjin divê gelê me bê helwest nemîne. Bendava Tişrîne bûye bendava şehîdan, em jî ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û em ê her hebin û em hene. Silogana me ew e aşitî û em ê li bendavê jî aşitiyê miosger bikin."