'Em ê xaka xwe ji Erdogan re nehêlin'

Aqîlê Bêko ku dayika 9 zarokane û ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma sê caran koç bike got, "Em ê xaka xwe ji Erdogan û çeteyên wî re nehêlin."

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran mirov neçar man ji Serêkaniyê û Girê Spî koç bikin. Aqîlê Bêko (50) ku dayika 9 zarokane ji ber êrîşên qirker û dagirkeriyê neçar ma sê caran koç bike. Bêko gelek caran hovîtiya dagirkeran û şer dît.

Aqîlê Bêko bi xwe ji Kobanê ye, ji ber ku çeteyên dewleta Tirk êrîş kirin koçî Helebê kir. Ji ber faşîzma dewleta Tirk ji Helebê jî koçber bû û çû Minbicê. Piştî demeke kurt careke din koçber bû û vê carê xwe gihand Serêkaniyê. Aqîlê Bêko û malbata wê ku li Serêkaniyê bi hewldanên mezin ji xwe re dest bi jiyaneke nû kir, vê carê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar ma koç bikin û biçin Til Temirê.

'DEWLETA TIRK BI RENGEKÎ HOVANE SIVÎL QETIL KIR'

Aqîlê Bêko ji ber hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê timî koçber bû. Bêko got, "Ji ber Erdogan û çeteyên wî me sê caran koç kirin. Min zarokên xwe di nava xizaniyê de mezin kir. Me gelekî zilm û zehmetî dît. Li Serêkaniyê me dest bi jiyaneke nû kir. Lê belê Erdogan careke din dest ji me berneda. Bi balafirên şer û topan bombe li me barandin. Dewleta Tirk tevî komên xwe yên çete bi rengekî hovane sivîl qetil kirin."

'WÊ HER TIM HINEK LI BER VÊ ZILMÊ RABE'

Bêko got, "Dewleta Tirk û DYE li ser xaka ku bi xwîna şehîdên me azad bûye planan dikin. Welatên ku dibêjin ew mafên mirovan diparêzin li ku ne? Li vê deverê zilm li Kurdan tê kirin. Her kes li pêşberî vê bêdenge." Bêko got, "Kurd qet naqede. Îro ez heme sibe zarokên min. Her tim wê hinek hebin ku li ber vê zilmê rabin."

Aqîlê Bêko destnîşan kir ku wê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin û got, "Em dixwazin li Serêkaniyê li xaka xwe vegerin. Em ê xaka xwe ji Erdogan, ji çeteyên wî re nehêlin. Heta ku em hebin em ê ji wan re nehêlin. Heta ku yek ji me hebe em ê xaka xwe ji dagirkeran biparêzin."