‘Em ê li hemberî êrîşan têkoşînê xurt bikin‘

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Kantona Girê Spî û Eyn Îsayê, bi şêxên eşîran re civînek li dar xist. Şêxên eşîran anî ziman ku ew ê li hemberî êrîşan têkoşînê xurt bikin û timî cihê xwe li gel QSD’ê bigrin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Kantona Girê Spî û Eyn Îsayê, bi şêxên eşîran re civînek li dar xist. Di civînê de li ser mijarên wek rewşa heyî û bêdengiya Rûsyayê ya li hember êrîşan, dewleta Tirk û nêrîna gelê herêmê ya di der barê destdirêjiyên dewleta Tirk ên derqanûnî yên li ser Sûriyeyê çi ye, nîqaş hatin kirin. Di civînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

‘QSD PARASTINA BIRATIYA GELAN DIKE‘

Ewilî Hevserokê PYD’ê  Ayid El Ayid axivî û xêrhatina hemû şêxên eşîran kir. El Ayid anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze xeyalên xwe yên Osmaniyan bi cih bînîn û got: “Dewleta Tirk bi vî şerê ku li Bakur û Rojhilatî Sûriyê dike, dixwaze careke din Osmaniya ku 400 sal li vir bi cih bûye zindî bike.” El Ayid destnîşan kir ku ji ber Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) parastina biratiya gelan dike û her tim ji bo azadiya hemû gelan şer dike, dibe armanca êrîşên dewleta Tirk. El Ayid got ku dewleta Tirk tevî hemû cure êrîşên ku rojane li ser herêmê dike nikare hêza wan tune bike.

‘LI HEMBERÎ GERÎLA TÊK DIÇIN‘

El Ayid bal kişand li ser berxwedana gerîlayên azadiyê û wiha pê de çû: “Li çiyayên azad jî berxwedaneke bê hempa heye. Dewleta Tirk timî êrîşê Herêmên Parastina Medyayê dike, lê li hemberî berxwedana gerîla têk diçe û lewma êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi hemû awayî êrîş dike. Şerê taybet bi şerê ku bi rojan e Eyn Îsa û hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  topbaran dike. Hikûmeta Sûriyeyê li hember van êrîşan dengê xwe dernaxe. Lê dibêje divê hikûmet vegere sala 2011‘an. Em jî wek şêxên eşîran tu car van şertan qebûl nakin û em îro bi azadî dijîn. Em ê bi fikra Rêber Apo ya neteweya demokratîk bi ser bikevin.“

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN‘

Şêxê Eşîra El Redîn Hemed El Xelf jî axivî û got: “Dewleta Tirk dixwaze ewlehiya herêmê xera bike û herême dagir bike. Dewleta Tirk bi her awayî dixwaze herêmên bi ewle bi dest bixe. Em soz didin gelê xwe, ji bo planê Saykes-Picot dubare nebe em ê têkoşîna xwe bilind bikin û li ber xwe bidin.“

‘SERKEFTIN YA ME YE‘

Şêxê Eşîra Eltey ê Erebî Elî El Elî jî got ku ew ê li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û got: “Dewleta Tirk ji bo ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, timî piştevaniya çeteyan û terorîstan dike. Lê em soz didin QSD’ê ku em ê heta bi hetayê têbikoşin. Em gelê Sûriyeyê yek dil û yek dest in, em ê her tim bi ser bikevin.”

‘EM LI GEL QSD’Ê NE‘

Şêxê Eşîra El Redînî Elî Hesen Hemed jî bang li dewletên navneteweyî  kir û xwest li hemberî êrîşan rabin. Hemed diyar kir ku ew ê tu carê axa xwe neterikinin û li gel QSD’ê cihê xwe bigrin.

‘EM BI AX Û GELÊ XWE VE GIRÊDAYÎ NE‘

Şêxê eşîra Ebû Esaf jî diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze gelan koçber bike û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze van gelan koçber bike lê em dibêjin em bi ax û gelên xwe ve girêdayî ne”

Şêxê bi navê Ezîz El Kurdî jî bilêv kir ku dewleta Tirk û çete çiqas jî êrîş bikin li van navçeyan cihê wan nîn e.

XIYANETA MALA BARZANÎ

Şêxê Eşîra Ebû Reşid Hesen El Elî jî axivî û wiha got: “Şerê diqewime rewşa aborî xerab dike û mala Barzanî berpirsyarê vî tiştî ye. Ev şerê ku dibe bi xwe re rewşa abûrî ya ku ji Başûrê Kurdistanê dihat bi xwe re tune kir, di vir de xiyaneta mala Barzanî jî dîsa diyar bû, em dizanin ku dewleta Tirk û çeteyên wê her tim êrîş dikin ku ji destên wan were wê bêhnê li me biçikînin.“

Şêxê Eşîra Elmecdeme El Erebî Ebdalah El Sarî jî wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike. Di destpêka sala 2019‘an de bi destên çeteyên Dewleta Tirk derbasî Efrînê bûn û gelên wê koçber kirin û her tim êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û derbasî Girê Sipî û Serêkaniyê bûn lê vê carê dixwazin bi destên mala Barzanî neteweya demokratîk jî tûne bikin. Tu car kes nikare dest bide ser dîrok û serkeftina me. Em dibêjin wê her tim serkeftin para me be.”