'Em ê destketiyên Serhildana Qamişloyê biparêzin'

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Serhildana Qamişloyê kir ku rejîma paşve gavê biavêje û destnîşan kir, wê destketiyan biparêzin.

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî salvegera 16'an a Serhildana Qamişloyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"12'ê Adarê salvegera 16'emîn a Serhildana Qamişlo ye. Di encama wê de bi dehan kes şehîd bûn, birîndar bûn û bi hezeran kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê ve hatin girtin. Serhildana Qamişlo ji ber siyasetên neteweperest ku rejîma Esed bi kar dianî da ku tevliheviyê çêke û parçebûnê di nava pêkhateyên civaka Sûriyê de çêke, nasnameya kurdî tune bike, hebûna dîrokî ya kurdî weke gelekî resen li ser xaka wî di nava hevgirtina ya Sûrî ya nîştimanî de winda bike.

Maça ku di navbera tîma Cîhad ji bajarê Qamişlo û tîma Fitwe ya ji Dêrazorê dest pê kir veguherî şer û kuştina kurdan di hundirê stadê de. Ev yek bi destekdayîna hêzên ewlehiyê yên rejîma şofînîst pêk hat. Serhildana Qamişlo rûyê rast ê rejîma faşîst li dijî kurdan derxist. Dest bi zagonên li dijî kurdan kir. Her wiha dest bi hemleyeke girtinê kir. Şêwazên tevgera siyasî li herêmên hebûna kurdan, qedexe kir.

Xwepêşanan li tevahî bajarên Rojava ji Dêrikê heta Efrîn û hemû herêmên ku kurd lê dijiîn çi li Sûriyê û çi li derve, çêbûn. Serhildan veguherî serhildaneke gelêrî. Bi hezeran gelê Kurd di yek rêzê de li hember rejîma Baas sekinîn. Hêza gelê ku serî rakir rejîma Sûriyê û hêzên wê yên desthilatdar neçar kir ku ji siyaseta vegere û daxuya ku gelê Kurd parçeyek ji hevgirtina nîşimanî ya Sûriyê ye.

Em wekeMeclisa Jinên Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 16`emîn a Serhildana Qamişlo de siyaseta rejîmê ku heta israr dike ku hebûna kurdan weke gelekî di nava hevgirtina niştîmanî ya Sûriyê de inkar dike, şermezar dikin. Her wiha em siyaseta wî li dijî projeya demokratîk di nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike û pîvana bratiya gelan esas digre û wekheviya di navbera jin û mêr de, şermezar dikin.

Em hemû şehîdên Serhildana Qamişlo û hemû şehîdên ku ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kir, bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin, destkeiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin biparêzin. Mafên rewa yên hemû pêkhateyan di nava Sûriyeke demokratîk û pirreng de, misoger bikin."