Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdeyî 2.5 sal in hîn bêhtir hatiye şidandin, li nava raya giştî ya Kurd û hêzên demokratîk cihê fikaran e. Hevseroka Herêma Firatê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nesra Derwêş li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Nesra Derwêş anî ziman ku tecrîd di nava tecrîdê de li ser Ocalan tê ferzkirin û got, "Di şexsê Rêber Apo de tecrîd li ser tevahiya neteweya Kurd e. Li gel êrîşên ku rojane li dijî gel dikin, her wiha bi tecrîdê dixwazin neteweya Kurd tune bikin, komkujî û talanê bikin."
Nesra Derwêş işaret bi xemsariya CPT kir ku saziyeke pêwendîdar e û diyar kir ku CPT ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê ji nedîtî ve tê. Nesra Derwêş got, "CPT heta niha agahiyeke şênber li ser rewşa Rêberê me nedaye. Her kes zane ku kilîta çareseriyê ya pirsgirêkên li cîhanê li Îmraliyê di nava çar dîwaran de ye. Lewma nahêlin ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin."
Hevseroka PYD'ê ya Herêma Firatê Nesra Derwêş bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê û got, "Em ê jî bi ruhê berxwedana jinê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."
Nesra Derwêş bi bîr xist ku sazûmanê projeya Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan e û got, "Neteweya demokratîk hemû neteweyan di nava xwe de vedihewîne. Dewletên desthilatdar jî vê projeyê li ser xwe weke metirsiyê dibînin. Ji ber vê jî êrîş dikin û dixwazin projeyê tune bikin."
Di dawiya axaftina xwe de Nesra Derwêş diyar kir ku bi saya fikrên Ocalan, jinê şoreş û serhildan bi rê ve bir, bû pêşeng û got, "Bi hêza Rêber Apo vaye jin civakeke polîtîk e, di çeperên şer de ne, di asta hevserokatiyê de di nava rêveberiyê de ne. Em bang li her kesî dikin ku êdî rabin ser piyan û tecrîdê bişikînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."