Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku di sala 2012’yan de ji bajarê Kobanê destpê kir, gelê herêmê û bi taybetî jinan ber bi pêvajoyeke nû ve bir ku jiyaneke azad, demokrat û wekhev bijîn. Di nava 13 salên a aloziya Sûriyeyê de, jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dan ku dikarin şoreşê û civakê birêve bibin. Her wiha gelek destketî bi saya jinan hatin bidest xistin. Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî cîhanê re bûn mînak. Piştî Ketina Esed û hatina Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li ser rêvebirtiya Sûriyeyê car din hewldanên ji bo xistina jin derketin pêş ku di bin navê ol de gelek kiryarên qirêj li ser jinan pêk tînin.
Jinên Kurd û Sûryanî ji ANF’ê re axivîn û gotin, divê di destûra nû ya Sûriyeyê de jin xwedî rolek bingehîn be.
Endama Komîteya Jin ya Partiya Kesk a Demokrat Delal El Haşimî, da zanîn ku jin xwedî dîrokek pir mezin û kûre û wiha got: “Li ber her kesî diyare ku rola herî bingehîn û mezin di dîrokê de ya jin e. Jin di her alî de wek dayik dihat dîtin. Ji ber ku jin ew bixwe nasnameya civaka mirove. Lê mixabin dewletên hegemon ji pêşketina jin tirsiyan û êrîşê jinan kirin. Jin ji hemû mafên xwe hat bêpar hiştin û li dijî wê hemû cureyên şerê taybet, êşkence û zilm hat pêkanîn. Armanc ji vê ew bû ku jin pêş nekeve û civakek demokratîk ava neke. Çirûska 19‘ê Tîrmehê ji bo azadiya jin pêş ket. Piştî wê jin di her qadên civakê de roj bi roj cih girtin, rêxistinbûna xwe berfireh kirin û bi hev re li dijî hegemonan serî hildan. Jin di aliyê leşkerî de cih girt û bû mînak ji tevahî jinên cîhanê re.”
‘KETINA BAAS JI BO ME VEJÎNEK NÛ BÛ’
Delal El Haşim, anî ziman ku bi ketina rejîma baas a dîktator re rûpelek nû li Sûriyeyê hat vekirin û wiha dewam kir: “Di 8‘ê Kanûna 2024’an roja ketina rejîma baas û hatina Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li ser rêvebirtiya Sûriyeyê. Ev dîrok bû destpêkirineke nû ji bo tevahî gelan bi taybet ji bo jinan. Lê tê xuyakirin ku Rêveberiya HTŞ’ê jî dixwaze cardin rêbazê rêjîma baasê ya dîktator pêk bîne. Rêveberiya HTŞ’ê jî naxwaze jin di destûra Sûriyeyê de cih bigire. Gelek mafên jinan nasnakin. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî netewan vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku me seranserî 14 salan perwerdeyên azadiya jin dîtiye û dilê me tenê ji bo azadiyê lê dide. Di dawî de ez dibêjim pêwîste cihê me wek jin ji her netewî di destûra Sûriyeyê de xwedî cih û misyoneke pir girîng bin.”
‘JINÊN SURYANÎ BI HATINA RÊVEBERIYA XWESER HÊZ GIRT’
Endama Yekîtiya Jinên Sûriyanî Werda Hena, da zanîn ku di bingeha xwe de jinên Sûriyanî xwedî dîrokek pir mezin ê berxwedanê ne û got ku jinên Sûriyanî di gelek qadên şerê kralan de cihê xwe girtiye. Werda Hena, bi bîr xist ku dewletên kapîtalîst yên desthiladar nexwestin jin pêşkeve û wiha pêde çû: “Jinên Sûriyanî di dîroka xwe de rastî gelek bûyeran hatiye û di gelek komkujîyan re derbas bûye da ku nebe xwedî rolek mezin. Bi hatina Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava re jin ji hemû netewan ber bi azadiyê ve meşiyan. Jinên Sûryanî jî cihek pir girîng di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de lîstin. Her wiha di sîstema Hevserokatiyê de ku bû model ji tevahî cîhanê re, jina Sûriyan jî cihê xwe weke hevserok girt. Di heman demê de jinên Sûriyanî cihê xwe di qadên şer, siyasî, çandî û hûnerî de xwedî rolek sereke bû.”
‘HTŞ NIKARE SÛRIYEYÊ BI YEK OLÎ BI RÊVE BIBE’
Werda Hena, got ku pêwîste weke jin ji tevahî netewan di destûra nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigirin û wiha axivî: “Piştî ku rêjîma baas hilweşiya û Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) hat ser rêveberiyê, em kêfxweş bibûn. Ji ber me digot wê êdî Sûriyeyek demokrat û bi şêwereya jin were ava kirin. Mixabin Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) dixwaze sîstema baviksalarî vegerîne û jin ji her qadên jiyanê de dûr bixe. Her wiha pêwîste em jî cihê xwe di destûra Sûriyeyê de bigrin, ji ber ku eger di destûra nû ya Sûriyeyê de jin cihê xwe negire wê Sûriyeyek demokrat û aştî ava nebe. Rêveberiya (HTŞ) li Şam û bajarên din yên Sûriyeyê kiryarên herî qirêj li ser jinan pêk tîne.”
Werda Hena, bal kişand ku Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bi ola Îslamê tenê nikare Sûriyeyê bi rêve bibe û wiha got: “Pêwîste di destûra Sûriyeyê de fikrê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di xala yekem de be. Her wiha nabe bi yek olî rêbazên cûr bi cûr li ser netewan were pêk anîn. Ji ber di Sûriyeyê de gelek ol û mezhebên din hene. Em wek jinên Sûriyanî vê yekê qebûl nakin. Pêwîste cihê her netewek û bi ola xwe di Sûriyeyê de bi ewle hebe. Daxwaza me ne dewlete, daxwaza me azadî û aştî ye.”