Gelê Kurd ji ber zimanê xwe, timî êşkence û tunekirin lê hatiye ferzkirin. Piştî Şoreşa Rojava gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derket û fêrî zimanê xwe bû, ji du odeyan dest pê kir vaye bûye bi hezaran dibistan û bi hezaran mamoste û şagirt. Êdî her kes bi Kurdî diaxive dinivîse.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya a Herêma Firatê Bekir Ceradê têkildarî pêşketina zimanê Kurdî ya bi şoreşê re ji ANF’ê re axivî.
Bekir diyar kir ku gelê Kurd xwedî dîrokekî gelek qedîm e û got: "Di vê dîroka qedîm de gelek komkujî bi serê gelê Kurd hatine. Gelek serhildan çêbûn Şêx Seîd, Seîd Riza û gelekî din ji bo xwedî li Kurdîtiya xwe derkevin rabûn. Gelek mamoste jî di dîroka Kurdan de ji bo xwedî li Kurdî û zimanê xwe derkevin rabûn, Celadet û Cegerxwîn bê navber têkoşîn kirin. Lê di wê demê de zanîngeh û xwendin bi zimanê Kurdî nebûn."
Bekir Ceradê anî ziman Şoreşa Rojava, şoreşa jin û ziman e û wiha got: "Piştî şoreşa Rojava saziya zimanê Kurdî hatin vekirin, ji bo hîna bêhtir xwedî li zimanê xwe yê Kurdî derkevin me dest bi xwendinê kir. Mamoste Viyan ku yek ji mamosteyên mohra xwe li şoreşa ziman dayî, ew jî ji bo pêşketina ziman roleke gelekî girîng lîst. Piştî avabûna Rêveberiya Xweser li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê hat vekirin. Di vir de êdî fermî karê perwerdekirin zimanê dayikê hat destpêkirin.
Her wiha gelek gavên girîng hatin avêtin. Ji bo parastinê Asayîş û YPG-YPJ hatin avakirin, ji bo xizmeta gel saziyên xizmetguzariyê hatin vekirin, lê destkeftiya herî dîrokî perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Şoreşa Rojava, şoreşa ziman e. Va ye bi hezaran zarok fêrî zimanê dayika xwe dibin. Li kêleka wê netewa Ereb jî bi zimanê xwe yê dayikê diaxive. Desteya Perwerdê di nava xwe de pirrengiyê dihewîne."
Bekir Ceradê destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, projeya Rêveberiya Xweser û fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt got: "Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Weke netewên din divê em netewa Kurd jî xwedî li zimanê xwe derkevin û nifşên nû bi zimanê xwe bidin avakirin. Divê em hîn zêdetir xwedî li Kurdîtiya xwe derkevin û em van destkeftiyan biparêzin. Va ye bi hezaran mamoste gihîştin astên mezin. 19’ê Tîrmehê ez li Rêberê Gelan Rêber Apo û li hemû şehîdan pîroz dikim, bi taybet li şehîdên 14’ê Tîrmehê ku ew bûn bizira berxwedaniyê, pîroz dikim."