Endamê Fermendariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ''Asayîş'' a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen ji ANF'ê re li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û wiha got: “Dewleta Tirk êrîşeke bi plan û berfireh li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê pêk anî; di wan êrîşan de bi piranî saziyên ku dikevin xizmeta gel û civakê ji xwe re kirin armanc. Xerakirina cihê ceyran, av û binesaziyên herêmê ji xwe re kirin armanc. Ji bo pêkanîna armanca xwe û berxwedana gel, sivîl jî kirin armanc. Li Eyn Îsayê li zarokan hat xistin, li gundewarên Dirbesiyê jinên çandinî dikir hatin armanckirin. Li Kobanê û Minbicê heman êrîş hatin kirin.”
Di dewama axaftina xwe de El Hesen diyar kir ku Tirkiye ji zû ve ye ku ketiye hewila kirina şerekî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: ‘’Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek daxuyanî dan lê em hemû dizanin ku dewleta Tirk ji bo şikandina projeya me ya demokratîk biraxwehiya gelan û hevgirtina wan ji hev bike, her tim hincetên xwe hene. Ji ber projeya demokratîk, biraxwehiya gelan û hevgirtina wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dihêle ku Tirkiye xeman bixwe. Lê xuya ye ku DAÎŞ li ser sînorê xwe wek xetere nedît. Yên feydeya van êrîşan herî pir lê dibe Tirkiye û şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê ne. Ew jî bi van êrîşan dikevin hewilê ku careke din xwe li herêmê bi rêxistin bikin û êrîşê hêzên me bikin.
Elî El Hesen di nav axaftina xwe de qala operasyon û pêngavên li hember şaneyên DAÎŞ'ê ên razayî hatine li darxistin kir û wiha axivî: ‘’Ji dema rizgarkirina bajarokê Baxozê û heta niha bi sedan operasyon û pêngav li dijî şaneyên razayî ji aliyê hêzên me ve bi hevkariya koalîsyona navneteweyî hatine lidarxistin. Bi taybetî li Kampa Holê hat kirin da ku rê li ber plan û êrîşên şaneyan bê girtin.
Elî di dewama axaftina xwe de li ser xistina li Akademiya Antî Madeyên Hişbir axivî û wiha got: ‘’ Armanckirina Akademiya Antî Madeyên hişbir ji aliyê dewleta Tirk ve, bi plan bû. Ji ber van endama perwerdehiya xwe li ser parastina civakê ji xeteriya madeyên hişbir didît û dewleta Tirk naxwaze herêm ji madeyên hişbir paqij bibe êrîş bir ser akademiyê û 25 endamên me şehîd bûn.
Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ''Asayîş'' a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Elî El Hesen cardin soz da şehîdan ku ew ê ji bo parastin û ewlehiya civakê canê xwe feda bikin û her li ser wê rêçê bin da ku jiyaneke ewle û dûrê xeteriyan, civak bi hev re bikarin bijîn.