Ehmedê Pîrê: Bi berxwedanek hevpar em dikarin tecrîda girankirî bişkînin

Ehmedê Pîrê nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Bi têkoşîn û berxwedanek hevpar em dikarin pêşî li tecrîda girankirî bigrin û dawî li şerê qirkirinê bînin."

Ehmedê Pîrê yê ji Kobanê ku weke bavê Şehîd Dilşêr tê naskirin û ji salên 1980'î ve bi tevgera azadiyê ya Kurdistanê re ye, qala naskirina PKK'ê û dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Ehmedê Pîrê diayr kir, ku wî di salên 1980’î de tevgera PKK’ê bi derbasbûna nava Sûriyeyê nas kir û got, "Wê demê li Kobanê min berbertî dikir. Rêbertî bi navê Elî Firat derbasî Sûriyeyê bû û xwe wek şagirtên zanîngehê xwe dabûn nasîn. Li taxa me gel xanî ji wan re veqetandibûn. Ji ber ewlehî gelek bi baldar bûn, zêde dernediket derve. Wê çaxê hevalê Cemal (Murad Karayilan) min nas kir û piştre têkiliya me her ku çû bi hêz bû."

Ehmedê Pîrê anî ziman ku wî di sala 1986’an de bi awayekî aktîf dest bi xebatê kir û wiha dewam kir, "Xwesteka me ew bû ku em Rêbertî li cihek ewle bi cih bikin. Ji ber ku 28 serhildanên Kurdan hebûn û  lê tu kes rêberê wan deman nedîtî û nas nekiriye. Lê li her derî pirsgirêk derdiket. Piştre em çûn bajarê Helebê û me li mala Omerê Mixtêr Rêbertî dît. Çi kelecanek û kêfxweşî di dilê me de çêbû, ew hest nayê ziman. Rêbertî berê xwe da me û ji me re got ‘eger yekîtiya gel pêk neyê, serkeftin ne mumkine’ û li wir berpirsyarî da me."

'KURD HENE LÊ KURDISTAN BINDEST E'

Ehmedê Pîrê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd li ser şoreşa gelên bindest ên di dîrokê de pêk hatine radiwestiya û wiha domand, "Di şîroveyên xwe de got 'Kurd hene lê Kurdistan bindest e'. Îro ji bo vê fikrê Rêbertiyê bi mîlyonan kes li qadan li ber xwe didin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji projeyên çareseriyê ya Abdullah Ocalan ditirsin. Ji ber wê bi polîtîkayên tecrîdê dixwazin vîna Rêbertî biçewsînin. Dixwazin gelê Kurd di şexsê Rêbertiyê de û tecrîda girankirî teslîm bigrin.” Ehmed her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji peyamên Abdullah Ocalan a ji bo gel dide ditirse û wiha got, "Di sala 2011’an de di dema şoreşa Sûriyeyê de, Rêbertî ji gel re qala xeta sêyemîn kir."

Ehmedê Pîrê bal kişand ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên Kurdistanê û wiha axivî, "Dewleta ku li hember vîna gelê Kurd û şervanên azadiyê têk diçe, bi çav korî êrîş dike. Li dijî van êrîşan raya giştî jî bê denge. Li dijî rêbertî tecrîd, li dijî xebatkar operasyonên qirkirinê û li dijî şervanên azadiyê çekên kîmyewî bikar tîne û kesek ji vê binpêkirina mafan jî dengê xwe nake."

'EGER EM ŞOPDARÊ XETA RÊBERTÎ BIN TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN'

Ehmedê Pîrê anî ziman, ku divê gelê Kurd li her qadê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin û got, "Li her çar alî êrîş li hember gelê me pêk tê. Divê gelê Kurdistanê û bi taybet gelên aştîxwaz li her qadê çalaki ji bo azadiya Rêbertî pêk bînin. Rêbertî ji bo gelê Kurd gelek tişt kir, vê carê divê em erka xwe pêk bînin. Rêbertî di şiroveyên xwe de digot, ‘Min xwe azad kiriye, niha jî dora we ye ku hûn kesayetên xwe azad bikin. Eger em şopdarê xeta Rêbertî bin teqez em ê bi ser bikevin."

Ehmedê Pîrê di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku xwedî li rûmet, ked û şehîdên xwe derkevin û got, "Bi têkoşîn û berxwedanek hevpar em dikarin pêşî li tecrîda girankirî bigrin û dawî li şerê qirkirinê bînin."