Efrînî: Heta Rêber Apo azad nebe wê çalakî bidomin

Welatiyên Efrînê ku duh li Şehbayê li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê herikîn qadan diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê çalakî bidomin.

Duh bi tevlîbûna bi deh hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî hate şermezar kirin. Efrîniyên ku beşdarî meş û çalakiya bûyîn ji ANF’ê re axivîn.

‘KESEK NIKARE ÎRADEYA GELÊ KURD BIŞKÊNE’

Ciwanan bi meşa meşaleyî 20’emin salveera komployê şermezar kirin. Ciwan Dildar Ebdo ku beşdarî meşê bûyî wiha got; “Komloya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar dikim. Em  ciwanên şoreşger a herêma Efrînê dadikevin qadan û ji bo azadiya Seork Apo liberxwe didin. Artêşa Tirk çi dike bila bike em dest ji Serok Apo bernadin. Tevî ku Rêberê me di nava çar diwaran de ye lê fikrên xwe gihandiye hemû gelan . Em dev ji Efrînê bernadin ji ber ku her darekî zeytunê ya li Efrînê bi xwîna şehîdên berxwedana serdemê hatiye avdan.”

‘ÇI BIKIN NIKARIN RÊBERTÎ JI NAVA HIŞÊ ME DERXÎNIN’

Sîdrar Memo jî got; “Çi qasî tecrîd li ser serokatî bimeşînin nikarin fikir û felsefeya wî di hundirê me derxîne. Em wek ciwan jî her tim em ê li qadan bin û her tim jî bi fikir û felsefeya serokatî em ê civakeke azad, wekhevî û bi rêxistinî ava bikin, her wiha heyanî ku em Efrîn û Serok Apo azad nekin em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

‘BI TEQEZ WÊ TECRÎD WERE ŞIKANDIN’

Ciwanê Efrînê bi navê Silava Sîdo jî got bi teqez ew ê tecrîd were şikandin û wiha got; “Çalakiyên me ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin. Bila Erdogan qet nebêje ku hêza ciwanan nîne em ê zîndana Îmraliyê hilweşînin.”

Di berdewamiya meşê de ciwanê bi navê Sema Osman got:”Rastî em niha li Şehbayê bi cih dibin lê belê em ê her tim li qadan bin ji bo azadaiya Seok Apo û rizgar kirina Efrînê.”

Ciwanê bi navê Neşet jî wiha got; “Hemû ciwanên Efrînê Şehbayê daketina qadan ji bo roja reş şermezar bikin her wiha ji bo em ji dijmanên xwe re teqez bikin ku ne tenê li Efrînê em dadikevin qadan li kuderê bê jî em ê dakevin û berxwedaniya xwe bilind bikin her wiha bi azadiya serok Apo û rizgar kirina Efrîn em ê hertim bang bikin.”

Di meşa gel a Şehbayê de jina bi navê Emîne jî axivî, piştgririya xwe ya ji bo çalakiya Leyla Guven anî ziman û got; “Em jin, em ê her tim li qadan bin hetanî dilopek xwîn di me de heye ji bo azadiya Serok Apo û rizgar kirina Efrînê û em ê li şehbayê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin û heta Serok Apo azad nebe jin jî azad nabe. Gervên birçîbûnê yên ku di hemû cîhan de dest pê kiriye û bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz silav dikin û berxwedaniya wan pîroz e.”

Dayika bi navê Selwa Şêxo jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got; “ Em ê her tim li rê, qadan û li ser piya bin hetanî tecrîda dijmin a giran a li ser seroketî werê şikandin her wiha jinên Kurd xwe di dîrokê de teqez kirin yek ji wan jî Leyla Guven e yê ku bûye 100 roj di grevê birçîbûnê ya bê dawî li ber xwe dide ji bo şikandina tecrîdê.”

Welatiyê bi navê Hesen jî têkildarî roja reş a 15’ê Sibatê wiha got; “Em her kesek, organîzesiyonek û dewletek ku cihê xwe di vê komployê de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heyî, nelet û şermezar dikin. Organîzesiyonên yê ku bi navê mafê mirovan bang dikin tiştek ji mirovahiyê nas nekirine û eger naskiribûn, bûye nêzî 3 sal tecrîdeke giran li ser serokatî tê meşandin wê helbet helwesekî rast nîşan bidane lê belê hem xwe ker, kûr û lal kirine.”

Hesen bi domdarî got; “Ez dibînim ku organîzesiyn şûne li dijî zilmetiyê bisekinin li rex wê disekinin. Ji bo ku tecrîda giran ya li ser serokatî werê şikandin bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê dest pêkiriye û ez wan berxwedêran silav dikim her wiha kesê weke Leyla silav tenê têrê nake ji ber ku bi tiştê herî buha ew jî canê xwe ye fêdayî serok û azadiyê kiriye.”

Herî dawî jina bi navê Şêrîn Şêx Seyîdî jî axivî, berxwedana Leyla Guven silav kir û got; “Ji bo şermezarkirina komployê em li qadan in. Em çalakiya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin.”