NÛ BÛ

‘Efrîn wê teqez were rizgarkirin’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek weşand û got: “Bi hêz û moralê em ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û ya gelên xwe digirin, em ê tevahî herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin."

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand. Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku dewleta Tirk a qirker ji bo şoreşa Rojava ya li ser esasê paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan pêş ket, hilweşîne dagirkirina Efrînê ji xwe re kir hedef û armanc. Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Efrîn wê teqez were rizgarkirin.

Daxuyaniya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

“Dewleta Tirk a qirker û dagirker a avabûna xwe li ser esasê tinekirina gelan bi sazî kiriye, 20’ê Çileya 2018’an bi dehan balafirên şer, bi sedan tank û top, bi hezaran leşker û çeteyan li hemberî warê çand û baweriyên cuda, navenda zanist û rewşenbiriyê Efrînê dest bi êrîşeke herî hovane ya di dîroka cîhanê de kir.

Dewleta Tirk a qirker ji bo şoreşa Rojava ya li ser esasê paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan pêş ket, hilweşîne dagirkirina Efrînê ji xwe re kir hedef û armanc.

Li hemberî wan êrîşên bêbext û nemerd şervanên azadiyê bi navê ‘Berxwedana Serdemê’ bi rojan li ber xwe dan. Di vê berxwedana pîroz de bi sedan hevrêyên şehîd û birîndar bûn. Ev berxwedan berxwedana rûmet û şerefê ya hemû kesên dildarên azadiyê ye.

Bi dagirkirina Efrînê re bi sed hezaran niştecihên resen bi darê zorê hatin koçberkirin. Li gundan, navçeyan û navenda Efrînê çete û malbatên wan bi cih kirin.  Divê were zanîn ku ew dewleta qirker a bi her awayî li hemberî mirovatiyê sûc dike.

Êrîş û qirkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê di roja me de hê jî bênavber didomin. Helbet weke di berxwedana li Tişrînê û herêmên me yên din de jî xuya dike, tevî hemû êrîş û qetilkirinan şervanên azadiyê û gelên herêmê yên bi salane bi hesreta azadiyê û pêkve jiyanê ne, xwedî li keramet, rûmet û şerefa xwe derdikevin. Di salvegera heftemîn a êrîşa li hemberî Efrînê de em berxwedana şervanên azadiyê û gelên xwe ya li hember dagirkeriyê bi rêzdarî silav dikin û tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin.

Weke bi sedan hevalên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê û herêmên cuda de bûne gazî û birîndar em soz didin heya dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi hêz û moralê em ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û ya gelên xwe digirin, em ê Efrînê û tevahî herêmên xwe yên dagirkirî teqez ji hêzên dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê paqij bikin.

Li ser vî esasî em bang li tevahî gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dikin ku li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn û berxwedana xwe ji her demê zêdetir pêş bixin û li rex şervanên cih bigirin.”