Efrîn li dijî dagirkeriyê rabû ser piyan, Erdogan dîsa bi tenê ma
Gelên Bakurê Sûriyeyê bersiva herî mezin dan gefên Erdogan ên li Efrînê dixwe. Civaka navneteweyî jî destek neda hewldana dagirkeriyê.
Gelên Bakurê Sûriyeyê bersiva herî mezin dan gefên Erdogan ên li Efrînê dixwe. Civaka navneteweyî jî destek neda hewldana dagirkeriyê.
Piştî ku Erdogan fermana êrîşê da, artêşa Tirk ji qereqolên li Hatay û Kîlîsê û ji bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê êrîşî Efrînê kir. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker duh li Kobanê û Dêrikê jî hatin kirin.
Li Kobanê, Efrîn, Çilaxa û Girê Spî di xwepêşandanên protestoyî yên dijî êrîşan de bi hezaran kesî bi rengekî bi heybet bersiv dan dagirkeriya dewleta Tirk.
TOPBARAN EV 5 ROJ IN DEWAM DIKE
Artêşa Tirk di roja pêncand e jî êrîşên xwe yên dijî gelê Kurd ê li Bakurê Sûriyeyê dewam kir û hawan avêt gundê Kefernasih ê li Kantona Şehbayê. Di encama êrîşê de xisareke madî li gundan bû. Wekî din artêşa Tirk top avêt gundê Kefer Cene û Girê Dîkmedaş ê li navçeya Şer ya Efrînê.
ZAROKEK BIRÎNDAR BÛ
Ji qereqolên artêşa Tirk ên li ser sînor, ji Îdlibê û Ezazê çeteyên 'Mertala Firatê' dest bi êrîşê kirin. Di encama topbaranê de li gundê Kefer Cene yê li navçeya Şera ya Efrînê zarokekî şeş salî yê bi navê Mûstefa Seydo birîndar bû. Seydo li nexweşxaneya li Efrînê tê dermankirin û hat ragihandin ku rewşa wî baş e.
ÊRÎŞ LI KOBANÊ Û DÊRIKÊ JÎ HATIN KIRIN
Artêşa Tirk û komên wê yên çete ku bi navê 'Mertala Firatê' bajarê Cerablûsê dagir kirine, duh êrîşî gundê Zormixar ê Kobanê kirin. Çeteyan danê sibehê top avêtin gundê Şêxlerê. Şervanên YPG/YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê bersiv dan êrîşê.
Piştî Efrîn û Kobanê, artêşa Tirk vê carê êrîş bir ser bajarê Dêrikê yê li Kantona Cizîrê. Piştî nîvro saet 16'an, artêşa Tirk êrîş bir ser nuqteyên YPG'ê yên li gundên Zuheriye û Xerab Reşik ên li herêma Berav a Dêrikê. Şervanên YPG û YPJ'ê jî bi tundî bersiv dan êrîşê.
GEL BERSIVEKE BI HEYBET DA
Li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, duh bi hezaran welatiyên Efrînê daketin qadan û bi meşeke bi heybet bersiv dan.
Di meşê de ev peyam hate dayin: "Hêzên Parastina Civakî destwerdana Erdogan ê faşîst qebûl nakin" û "Efrîn serî natewîne" hate dayin.
Bi heman armancê li Grê Spî û Kobanê jî bi deh hezaran kes meşiyan û gotin, "Efrîn wê bi ser bikeve."
GELÊ KURD Ê LI EWROPAYÊ LI MEYDANAN E
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li paytexta Qibris Lekoşayê, gefên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi meş û xwepêşandanê hatin şermezarkirin.
Çalakiyên li Ewropayê wê dawiya vê hefteyê li gelek bajaran dewam bikin.
CIVAKA NAVNETEWEYÎ DESTEK NEDA HEWLDANA DAGIRKERIYÊ
Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo êrîşî Efrînê bike giranî da ser "dîplomasiya şer". Bi vê armancê Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Hûlûsî Akar û Musteşarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) Hakan Fîdan şand Rûsyayê.
Li gorî agahiyan, Tirkan ji Rûsyayê xwestine ku qada hewayî veke. Lê Rûsyayê di vê der barê de hê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Dema ku Akar û Fîdan li Moskowayê bûn, rêveberiya Şamê daxuyaniyek da û mesaja "Eger balafirên Tirk êrîşî Efrînê bikin em ê wan bixin" da. Ev daxuyanî weke mesaja Rûsyayê ya bi rêya Şamê daye dewleta Tirk, hate nirxandin.
DYA'yê jî li ser mijarê daxuyaniyek da. DYA der barê gefên hikumeta AKP'ê yên li ser Efrînê got, "Em bang li Tirkan dikin ku di vî warî de gavê neavêjin."