Duh li Efrînê û herêma Şehbayê çi qewimî?

Komên çete yên selefî ku duh dewleta Tirk bi otobusan ew derbasî nava Sûriyeyê kir, di gava destpêkê de hilkumîn. Şervanên Ceyş El Siwar û Cephet El Ekrad bi armanca bersivdanê li baregehên Tirk ên li Bab û Mareyê xistin.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan sînyala êrîşa dagirkirina Efrînê da, liv û tevgera leşkerÎ dest pê kir û ev hefteyeke dewam dike. Dewleta Tirk, çeteyên cîhadperest-selefî ku demeke dirêj e li Hatay, Kîlîs û Dîlokê perwerde dike ber bi qadê ve dehf da. Li Îdlibê jî komên El Qaîdeyî ku bi wan re di heman çeperê de ye, dehf da.

Dewleta Tirk, polîtîkaya xwe ya 'şandina terorê' ber bi Sûriyeyê ve, bi konvoya ji 20 wesayitan ku duh ji Kîlîsê di Deriyê Sînor ê Oncupinarê re derbasî nava Sûriyeyê kir, eşkere kir. Çeteyên ku bi otobusan derbasî Ezazê hatin kirin, ji bo li ber tifaqa 'Mutabaqata Milî' ya Erdogan bikevin, duh bi şev ketin nava liv û tevgerê.

Komên 'Mertala Firatê' yên ji Bab, Ezaz û Mareyê êrîş birin ser herêma Şehbayê, li bin guhê berxwedana şervanên Ceyş El Siwar û Cephet El Ekrad ketin. Êrîşa li gundên Hezwan û Ziwan ê li Herêma Şehbayê hate şikandin. Komên 'Mertala Firatê' 4 mirî û 5 birîndar li dû xwe hiştin û neçar man vekişin.

DARBEYA LI ÇETEYAN

Şervanên Ceyş El Siwar û Cephet El Ekrad ji bo bersiva êrîşa li dijî gundên Hezwan û Ziwanê hate kirin bidin, li çeperên artêşa Tirk ên li bajarên Mare û Babê xistin.

Çavkaniyên leşkerî dibêjin, di çalakiya dijî qereqola gundê Tiwesê de ku li rojhilatê Babê ye 2 çete hatine kuştin, 12 çete jî birîndar bûne. Li ser encamên çalakiya li dijî bargeha Tirk a li bakurê rojhilat ê gundê Şexaqil ê Babê agahiyeke zelal bi dest neket.

Lê belê çavkaniyên herêmî dibêjin, piştî vê çalakiyê 5 ambûlansên ji baregeha Tirk a li Babê di ser Raî re derbasî Kîlîsê bûne.

ÊRÎŞA BI OBUS Û HAWANAN DEWAM DIKE

Ji qereqolên Tirk ên li ser sînor, duh tevahiya rojê bi obus û hawanan êrîş li gundên navçeyên Raco, Şerawa, Bilbilê û Şiyê hatin kirin. Artêşa Tirk a li bajarên Mare û Ezazê bi cih bûne, gundên li bakurê Helebê Herbel, Um El Hoş û bajarê Til Riret ê Şehbayê topbaran kir.

Li gel êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, medya Tirk jî hin îdîayan dike nûçe û ev îdîayên medya Tirk hem ji aliyê mûxatabê wan ve hem jî ji aliyê rayedarên payebilind ên YPG'yî yên li vir ve hatin derewandin.

Ajansa Anadolû (AA) a dewleta Tirk îdîa kir ku leşkerên Rûs ji Efrînê vekişiyane. Fermandarekî payebilind ê YPG'yî ji ANF'ê re ragihand ku ev îdîa ne rast e.

Rayedarên YPG'î dan xuyakirin ku ew ji her rewşê re amade ne û di asteke ku karibin bersivê bidin hemû êrîşan amadekariyên xwe kirine.