'Divê sûcên dewleta Tirk bê ceza nemînin'

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê sûcên dewleta Tirk a dagirker bê ceza û bê hesab nemînin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser navend û binesaziyan didomîne. Bi van êrişan armanc dike deverên ku xizmeta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, têk bibin. Armanca Tirkiye ji van êrişan heman armancên kevin in: belavkirina tevliheviyê, xirabkirina hêmanên aramiyê, şandina peyamên piştevanî û zindîkirina komên terorîst re di serî de DAIŞˈê.

Êrişên li ser binesaziya heêrmê, herî dawîn êrişên li ser herêmên Bendava Tişrînê, Şaredariya Gel a Curniye, kargeha şekir a li Meskene û navenda ceyranê sûcên aşkerayî ne. Di heman demê binpêkirina tevahî peyman û mîsaqên navneteweyî yên têkildarî êrişên li ser cihên xizmetguzariyê ye. Ev sûcên hemwextî êrişên wê yên domdar ên li ser herêma Minbicê û gelemperiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin.

Em van sûcên Tirkiyeyê yên bi armanca şikandina aramiyê û destekkirina çete û terorîstan şermezar dikin. Di vê demê de namaze piştî guhertina dîrokî ya li Sûriyeyê, hewcedariya Sûriyeyê bi hevgirtina gelê wê heye. Em teqez dikin ku divê civaka navneteweyî û saziyên wê li hemberî van sûcan bikevin tevgerê û li ber van kiryarên Tirkiyeyê bigirin.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku divê ev sûc bêyî ceza û bê hesab nemînin; nemaze ku Tirkiye bi israr e aloziyên mirovî yên dijwar çêbike. Li Hesekê jî bi dagirkirina Stasyona avê ya Elûkê ya li Serêkaniyê zêdetirî mîlyon kes bê av hiştiye. Zêdetirî vê yekê hewl dide li Bendava Tişrînê aloziyeke enerjî û avê çêbike.

Em ked û têkoşîna tevahî hêzên leşkerî ya têkbirina plan û armancên Tirkiyeyê silav dikin. Em bi hemû hêz û îmkanên xwe piştgiriya wan dikin. Di heman demê de em şehîdên xwe yên leheng û birîndarên xwe yên vê cenga dîrokî bi bîr tînin. Em şêniyên me yên li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber sekn, piştevanî û biryardariya wan silav dikin."