BI DÎMEN

‘Divê girîngî bi berhemên Kurdî û xumalî bê dayîn’

Festîvala Payîzeyê ya Kelarê berdewam e. Beşdar daxwaz dikin ku gel girîngiyê bide berhemên xwemalî.

Festîvala Payîzeyê li bajarokê Kelarê berdewam e ku 50 firoşkarên berhemên destan û xwarinên Kurdî lê beşdar bûne. Gel bi awayekî germ pêşwazî li festîvalê dike û piraniya beşdarên festîvalê jin in. Têkildarî festîvalê, Mizefer Izet û Fayeq Mihemed ji ANF’yê re axivîn.

Mizefer Izetê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji Hewramanê hatiye û got: “Hemû berhemên me xumalî ne, yên Kurdistanê ne. Xelkê Kelarê çavnasê berhemên Kurdî ne û bi germî pêşwaziyê lê dikin. Tiştên me ji gûz, simaq û behîvan pêk tên, gelek xwarinên Kurdî yên din jî hene. Piraniya tiştên me berhemên Hewraman û herêmên din ên Kurdistanê ne. Di berhemên me de tu madeyeke kîmyewî tune ye, xwezayî ne.”

BERHEMÊN KURDISTANÊ XWEZAYÎ NE Û TAMEKE WAN A XWEZAYÎ HEYE

Mizefer Izetê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi armanca nasandina berhemên Kurdistanê her sal serdana herêmên Iraqê dikin û ew gelek hez ji berhemên Kurdistanê dikin û got: “Ev festîval gelek pêwîst in, divê her sal li hemû bajarên Kurdistanê bên lidarxistin. Niha em diçin festîvalên derveyî Herêma Kurdistanê jî, ew gelek hez ji berhemên Kurdî dikin.”

‘GIRÎNG E KU HER SAL LI BAJARÊ KELARÊ FESTÎVALA ÇANDÎ BÊ LIDARXISTIN’

Paşê Fayeq Mihemed destnîşan kir ku ew ji bajarê Sineyê yê rojhilatê Kurdistanê hatiye, bi hin berhemên Kurdî beşdarî festîvalê bûye û got: “Ew xwarinên ku min anîne hemû xwarinên Kurdî û xwezayî ne. Di kajoyên min de şekir tune ye, xwezayî ne.

Ez bi xwe ji bajarê Sineyê yê rojhilatê Kurdistanê hatime, ew xwarinên ku min anîne jî yên wir in. Girîng e ku ev festîval salê du yan sê caran li bajarê Kelarê bên lidarxistin, ji ber ku hem xelk tiştên erzan bi dest dixin û hem jî ew xwarinên ku tên vir nû ne.”