Divê çeteyên DAÎŞ’ê li Bakurê Sûriyeyê were darizandin

Partiyên Kurdan diyar kirin ku divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyên DAÎŞ’ê werin darizandin.

Wezîra Dadê ya Fransayê Nîcole Belloûbet roja pêncşemê diyar kiribû ku wan bi dewletên Ewropayê re mijara avakirina dadgeheke navdewletî ya darizandina çeteyên DAIŞ`ê, li Iraqê, gotûbêj kiribû.

Partiyên Kurdî duh di civînekê de diyar kirin ku ew nêrîneke wiha napejirînin. Partiyan di civîneke çapemeniyê de xwestin ku çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî di nava sînorên Sûriyeyê de bêne darizandin.

Cîgirê sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mistefa Meşayix bersiva pirsên ANHA`ê dan. Meşayix der barê mijarê de got:" Em ti şêweyên darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyeyê, derveyî axa Sûriyê napejirînin. Em dixwazin ku dadgeh di bin çavdêriya navdewletî, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bête damezrandin, ji ber wan çeteyan kiryar û tewan li van deveran kirine. Em ê vê mijarê di nava xwe de binirxînin ta ku bigihêjin formeke diyar".

Tê zanîn dadgehên Iraqê bi dehan çeteyên biyanî û Iraqî bi mirinê (îdam) ceza kirine.

Hikumeta Iraqê di 11`ê nîsana sala 2019`an ji hêzên hevpeymanê xwestibû ku çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê li ba QSD`ê girtîne, li ser axa Iraqê bidarizînin, lê baramberî wê du milyar dolar xwestibû.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê roja 23`ê Adara vê salê ragihand ku wan DAIŞ`ê di hêla leşkerî de tune kirine û bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên Iraqî û biyanî girtine.