Dîmenê tanka Tirkan a li Bilbilê hate rûxandin
Şervanên YPG/YPJ'ê danê sibehê li navçeya Bilbilê ya Efrînê tankeke artêşa Tirk a dagirker rûxandin. Dîmenê vê tanka hate rûxandin gihîşte navenda me ya nûçeyan...
Şervanên YPG/YPJ'ê danê sibehê li navçeya Bilbilê ya Efrînê tankeke artêşa Tirk a dagirker rûxandin. Dîmenê vê tanka hate rûxandin gihîşte navenda me ya nûçeyan...
Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Kurdo yê navçeya Bilbilê ya Efrînê tankeke din a artêşa Tirk rûxandin.
Vaye dîmenê tanka artêşa Tirk a dagirker ku hate rûxandin....
Şervanên YPG/YPJ'ê danê sibehê jî li gundê Dîkmetaş ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 tankên artêşa Tirk a dagirker rûxandibûn.
Piştî nîvro jî, artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Um Holş û Kefernesa û herêma Til Rifatê ya herêma Şehbayê kiribû. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li vir derba giran li artêşa Tirk xistin, 2 tankên wan rûxandin.