Dîmenê şer di xeyalê zarokan de asê maye

Keyan Hebîb yek ji zarokên ku bû şahîdê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kantona Efrînê. Keyan ê ku êrişên dagirkeriyê ji ber çavê wî neçûye, xeyalê wî ew e ku bibe rojnamevan û rastiya ku jiyaye raxîne ber çavê cîhanê.

Êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kantona Efrînê birînek mezin e di nava dilê Kurdan de, bi taybetî jî di dilê niştecihên herêmê de. Li hember berxwedana gel a bêhempa êrişên qirkirinê pêk hatibû. Komkujî, koçberî, talan û wêrana ku li Kantona Efrînê bi destê çeteyên Tirk pêk hat bû sedem ku gelek jin û zarok ji cih û warên xwe bibin.

Yek ji zarokên gundê Qurnê yê Kantona Efrînê Keyan Hebîb yê 11 salî ye ku niha li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ye. Keyan di dema êrişên dagirkeriyê de 7 salî bû û hemû hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li ser herêmê dît û di hiş û hinavê xwe de qeyd kiriye. Bi qasî derfetên xwe ji kartonê kamera çêkiriye û dibêje ku dema ew mezin bibe dixwaze bibe rojnamevan û rastiyê raxîne ber çavê cîhanê.

Keyan Hebîb, êrişên dewleta Tirk ê dagirkeriyê yên li ser Efrînê bibîr xist û got, "Beriya 4 salan dewleta Tirk bi balafir û topan êrişî Efrînê kir. Ji ber dengê topbaranê em gelek ditirsiyan. Hevalên min û xizmên min di wî şerî de hatin qetilkirin. Avahiyên li derdora me wêran bûbûn, bêhna xwîn li her derî diforiya. Dîmenên koçberiyê û şer ji ber çavê min naçin. Dîmenê ku ji ber çavên min naçe ez xêz dikim. Her wiha cih û warên dîrokî yên Efrînê dixwazim xêz bikim, da ku bîra me wenda nebe."

'CÎHANÊ ÊŞA LI EFRÎNÊ JI NEDÎTÎ VE HAT'

Keyan anî ziman ku bi dijwarbûna êrişan re ew bi wesayîta apê xwe ji herêmê derketin û wiha got, "Bi dijwarbûna bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek avahî di nav dû de man. Her kesî hewl dida ji wir derkeve, di rê de em rastî gelek birîndar dihatin. Ew dîmen ji ber çavên min naçe. Çete hatin dizî bikin, talan bikin. Malê kalê min û mala me xera kirin û zeytûnên me dizîn. Cîhanê êşa li Efrînê ji nedîtî ve hat."

Keyan diyar kir ku ew dixwaze bibe rojnamevan û siyaseta dewleta Tirk a dagirker tehşîr bike û wiha domand: "Piştî ez xwendina xwe biqedînim û kamerayek bidest bixim ez ê hovîtî û binpêkirinên maf ên li Kantona Efrînê pêk hatine bi belge bikim. Her wiha ez ê xwezayê Efrîn, gel û dîroka wir jî bi tevahî cîhanê bidim naskirin."

Di raporeke Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de (UNICEF) ya sala 2021’an de hate diyarkirin ku di nava 10 salan de 12 hezar zarok li Sûriyeyê ji ber şer jiyana xwe ji dest dane û hat gotin ku ev hejmar her ku diçe zêde dibe.

Her wiha di raporê de tê gotin ku şerê ku ji sala 2011’an ve derketiye bûye sedem ku ji sedî 90 zarokên Sûriyeyê hewcedarê alîkariyê bin.

Çavdêrên pirsgirêka Sûriyê diyar dikin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser bajarê Efrînê, koçberkirina şêniyên wê û komkujiyên li ser niştecihên wê, bûye sedema yek ji mezintirîn karesatên krîza Sûriyeyê.