Di teqîna li Hesekê de 2 kes birîndar bûn
Di teqîna bi motorsiklêteke bombeyî ya li taxa Xiwêranê de, 2 kes birîndar bûn.
Di teqîna bi motorsiklêteke bombeyî ya li taxa Xiwêranê de, 2 kes birîndar bûn.
Li bulvara Basîl a taxa Xiwêranê ya Hesekê motorsiklêteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de 2 kes birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê ragihandin ku teqîn di saet 14:20’î de pêk hatiye, dema ku kesek motorsiklêt li bulvarê danî û hema piştre teqîn pêk hatibû.
Hate diyarkirin ku her du birîndar rakirine nexweşxaneyê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê lêkolînê dikin.