Di teqîna Şehbayê de du kesan jiyana xwe ji dest dan

Di teqîna Şehbayê de ji nav 10 kesên birîndar bûbûn, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokê Nexweşxaneya Avrînê Dr. Osman Şêx diyar kir ku di teqînê de du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Îsa got “Di teqînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.”

Hate diyarkirin di teqînê de Cemîle Osman Mamo (77) û Nizhet Seydo Seydo (45) jiyana xwe ji dest dane.

Lêpirsîna derbarê bûyerê didome û Meclîsa Navçeya Ehdasê diyar kir ku li gorî agahiyên pêşîn teqîn ji ber tup pêk hatiye.