Di şerê navbera hêzên hikumeta Sûriye û DAÎŞ'ê de 90 kes mirin
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li bakurê Sûriyeyê di şerê navbera hêzên hikumeta Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ'ê de hefteyekê 90 kes mirin.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li bakurê Sûriyeyê di şerê navbera hêzên hikumeta Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ'ê de hefteyekê 90 kes mirin.
Saziyê ragihand ku ji destpêka meha Cotmehê ve li qada çolî ya navbera Reqa, Heleb û Hûmsê 41 leşkerên Sûriyeyê û 49 çete hatine kuştin.
Hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 10 leşkerên ser bi hikumeta Şamê û 13 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan hêzên hewayî yên Sûriye û Rûs bombeyan li nuqteyên DAÎŞ'ê dibarînin.
Çeteyên DAÎŞ'ê meha Adara 2019'an hate têkbirin, lê belê bi taybetî li qada çolî ya navbera Hûms heta Dêra Zorê êrişên xwe dewam dike.
Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrişeke meha Tebaxê ya li nêzî bajarê Dêra Zorê dabû ser milê xwe ku di encamê de generalekî Rûs û 2 leşker hatibûn kuştin.