Di roja 10'an de 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

Di roja 10'an a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de ya li Kampa Holê 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 10´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir û ev agahî parve kirin:

"Hêzên me di operasyona lêgerîn û paqijkirinê ya roja 10´an de 14 endamên şaneyên DAÎŞ'ê girtin, 5 xendekên ku şaneyên DAÎŞ'ê ji bo xweveşartinê bi kar dianîn û cilên leşkerî dîtin. Her wiha hêzên me 16 telefonên destan ku di bin erdê de hatibûn veşartin, dîtin."