Di meha Tebaxê de li Eyn Îsa û Girê Spî 412 êrîş pêk hatin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku dewleta Tirk di meha Tebaxê de li dijî Eyn Îsa û Grî Spî herî kêm 412 êrîş pêk aniye.
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku dewleta Tirk di meha Tebaxê de li dijî Eyn Îsa û Grî Spî herî kêm 412 êrîş pêk aniye.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer di civîneke çapemeniyê de bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî û encamên van êrişan eşkere kir.
Wîsam El Omer got: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî û beşên berfireh ji gundewarên wê ve di sala 2019'an, kêliyekê ji pêkanîna sûcan li herêmên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê ranewestiyaye, armanca wê ji van êrişan koçberkirina niştecihên herêmên sînorî yên li beramberî eniyên şer û berfirehkirina qada dagirkeriyê li Sûriyeyê ye.”
El Omer ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi hemwextî êrişên li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Til Temir, heta Eyn Îsa û Minbicê, êrişên xwe li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêdetir kirine.
DI MEHA TEBAXÊ DE 412 ÊRIŞ HATINE KIRIN
El Omer têkildarî bîlançoya Tebaxê ya êrişên li ser Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ev agahî da “Di meha Tebaxê de 412 êriş bi hemû cure çekên giran û sivik, du êriş bi dronan pêk anîn. Di encamê de ziyan gihaştin milkên welatiyan, saziyên xizmetguzariyê wekî stasyonên ava vexwarinê yên Hîşa û Fatisa. Her wiha ji ber hedefkirina elektrîkê, li herêmê elektrîk qut bû.”
Wîsam El Omer diyar kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di meha borî de bersiva hewldanên êrîşên vedizînê yên çeteyên Tirkiyey yên li derdora gundê Mişêfre da û têk birin.”