Di êrîşa li Reqayê de 9 kes mirin

Di encama êrîşa saet 15:05’an a li Kolana Basîl a Reqayê pêk hat de 9 kes mirin, 9 kes birîndar bûn.

Piştî teqîna mayînê û şûnde, bi wesayîteke bomebarkirî êrîşeke teqemenî pêk hat. Di êrîşê de 9 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku birîna hinekan ji birîndaran giran e.

Rêveberê Nexweşxaneya Firat, anî ziman ku cenazeyê Îsmaîl Delî (12), Mehemt Ebdulreham Mustefa (10), Esad Elî (40) û cenazeyê jin û mêrekî ku nasnameya wan nehatin zanîn rakirine nexweşxaneyê.

Navên kesên ku nasanmeya wan diyar  ev i; Cemal Feysel, Meha Mihemid û Ehmet Ebdurehman Mûstefa.

Nasameyên şehîd û kesên birîndar ên rakirine nexweşxaneya Tib El Hedîsê nehatine zanîn.