Di êrişa dagirkeran de li Eyn Îsayê 4 zarok û jinek birîndar bûn

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li herêma Eyn Îsayê 4 zarok û jinek birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker doh bi şev bombardûmaneke giran li gundê Mezra Qertaç ê li başûrê Eyn Îsayê kir.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê 4 zarok û jinek ji ber vê êrişa dagirkeran birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê her wiha bombardûmaneke giran li ser gundê Mielekê, kampa Eyn Îsa, rêya M4, gundên Cehbel, Fatsê û Sikêro yên Eyn Îsayê kiribû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bersiv dan êrişên dagirkeriyê.