Di encama topbarana dewleta Tirk de 2 ciwan birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Um El-Hoş ê girêdayî Kantona Şahbayê de, 2 ciwan birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li bajaroka Mari bi cih dibin, bi çekên giran gundê Um El-Hoş ê girêdayî Kantonê, topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di encama topbaranê de 2 ciwanên gund ên bi navên Ehmed Hisên Memdûn (20) û Mitez Hisên (15) dema ku ji bajaroka Dêr Cemal diçûn gundê xwe, birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Avirîn a Kantona Efrînê.

Kardroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê diyar kirin ku rewşa birîndaran baş in.

Dîsa ji ber topbaranê ziyan gihiştin mal û milkên gundiyan.