Dewleta Tirk û çeteyên wê 7 sivîl revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê jin jî di nav de 7 sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, çeteyên Semerkant a girêdayî dewleta Tirk li gundên Kefer Sefra û Goran ên girêdayî navçey Cindirês a Efrînê 7 sivîl revandine.

Navê sivîlên hatine revandin wiha ne: Şiyar Xelo, Almaz Hec Ebdo, Hesen Eyûb ve kızı Emîna Eyûb, Egîd Mistefa Xelo, Murad Xelîl Murad, Murad Xelo.

Tiştek ji aqûbeta revandiyan nayê zanîn.

Li gorî agahiyê hatin girtin, ji roja Înê û vir ve li gundên navborî zêdetirî 40 kes hatine revandin.